Di navbera Wezaret û Serokwezîriyê de krîza KHK’yê
ENQERE (DÎHA) – Niqaş û dijberiyên Wezîrê Perwerdehiya Mîlî û Serokwezîrtiyê yên li ser mijara mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin û îxrackirin zêde bûn. MEB dixwaze mamsote dubare vegerin ser karê xwe, lê Serokwezîr li dijî vê yekê dertê.
Têkildarî mijara bi hezaran mamosteyên ku piştî îlankirina OHAL’ê bi derxistina Birayrnameyên di Hukmê Qanûnan de ji peywirê hatin dûrxistin û îxrackirin, nelihevkirinek xwe dide der. Wezareta Perwerdehiya Mîlî (MEB) dixwaze mamoste dubare vegerin ser karê xwe, lê belê ev daxwaza MEB’ê ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat redkirin.
Li dijî vegera mamosteyan Serokwezîrtî asteng e
Li gor agahiyên rayedarekî yê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin; Her çiqas MEB dixwaze mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe, lê hat zanîn ku ev daxwaza û xwesteka wê ji aliyê komîsyona ku di bin banê Serokwezîriyê de hat vekirin ve hatiye redkirin. Rayedar wiha got: “MEB dixwaze mamsoteyên ji peywirê hatine dûrxistin dubare vegerin ser karê xwe, lê komîsyona serokwezîriyê destûra vê nade.”
(red)