Qedexe xebatên jinan rawestand
AMED (DÎHA) – Navenda Jinê ya Nûjiyanê ku li gundên Licê ji bo jinan, ji tenduristiyê heta pêşnûmaya malbatî, ji şideta nav malê heta pirzewacê perwerdehî dida, ji ber operasyonên leşkerî ji neçarî navber da xebatên xwe.
Li bejahiya Licêya Amedê îsal hema bêje operasyên leşkerî û îlankirina qdexeya derketinên derve qet ranewestiyan. Ji ber van qedexe û operasyonan Navenda Jinê ya Nûjiyanê ku di bin banê şaredariya DBP’î de li taxên bejahiyî xebatên xwe dimeşîne, neçar ma ku navberê bide “Semînera Tenduristiya Jinê” ya ku ji hezîranê ve dabû destpêkirin. Perwerdekara navendê Dorşîn Elçî ya ku di 5 mehan de li 6 taxan perwerdehî da ragihand ku, wê piştî ji Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de perwerdehî wergirtin, ji meha nîsanê ve li gundan dest bi xebatên jinan kiriye.
'Me heftê 2 rojan perwerdehî dida’
Elçî diyar kir ku, di bin banê şaredariyê de tevî 15 jinan dest bi perwerdehiyê kirine û got, wan di warê bedena jinê û êrîşên zayendî yên arasteyî jinê perwerdehî dîtiye. Elçî wiha ragihand: “Ji bo piştevaniya perwerdehiyê, bi slayt û materyalan, me dest didayê, hîs dikir û wiha temam kir. Em wek Meclîsa Jinan a Şaredariya Licê, me 6 mehan perwerdehîd ît. Me 3 mehan li şaredariyê û 3 mehan jî li derve, bi rûiniştên perwerdehiyê me dest bi xebatên xwe kir. Li gundên herî kêm heftê 2 rojan me bername amade dikirin û xebatên xwe didomandin. Me berê hem rewşa gund a civakiyî, asta wê yî zayendî û hejmara jin û mêran, avahiya demokrafîk lêkolîn dikir û pişt re em diçin.”
'Me nepeniyê esas girt’
Elçî anî ziman ku, jinên ku li gund dijîn ji civakê hinekî dûr in û li hemberî hemcinsên xwe paşvekişandineke wan heye û wiha axivî: “Gundê ku em diçûnê, yeko yeko me li deriyê jinan dixist. Me dixwest em fêm bikin, ji bo çi jin ji civakê qut in, sedma vê qutbûyînê çî ye. Me perwerdehî bi slayt û materyalan dida. Ji bo di dema perwerdehiyê de jin xwe rihet hîs bikin, me li gor wê nêvengeke amade dikir. Dema me pirsgirêk nîqaş dikirin, me nepenî esas digirt. Bi vê re, jinê rihetir xwe îfade dikirin. Di dema perwerdehiyê de, me hewl dida jin xwe, bedena xwe nas bike û hîs bike.”
'Em ê xwe bigihînin hemû jinan’
Elçî ragihand ku, wan li gel perwerdehiyê di warê hijyenbûnê, pêşnûmay malbatî, zêdebûna tenduristî, pirzewacî, şideta di nav malê de û hwd. agahî jî didan û wiha got: “Ji ber qedexeyan em mecbûr man me navber da xebatan. Lê heta ji destê me bê em ê xwe bigihînin hemû jinan.”
'Jin dikarin serî li me bidin’
Elçî ya ku dest nîşan kir ku wan ji ber qedexeyan navber daye perwerdehiyê li axaftina xwe ev gotin zêde kirin: “EM dixwazin dawî li qedexeyan bê. Em di warê xwegihandina jinan de bi hesas tevdigerin. Bi taybetî jî di serdemeke ku li dijî zarokan îstîsmar zêde ye, di warê bîrbirî û hişyarkirinê de me xwest em xwe bigihînin hemû jinan. Divê jin di her mijarê de serî li wan bidin.”
(red)