Keçên winda yên gundê Gumutê
AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) - Tiştên di salên 1939-1945'an de bi sere gundê Gumutê hatin, "Keçên winda yên Dersîmê" tîne bîra me. Hatay ku bi refedandumê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan, ji ber qereqola li gundê kurdan Gumutê hat çêkirin jiyan serûbino bû. Apê Mustafa yê 95 salî û wekî haifaza gund tê nasîn dibêje "Bi sedan keç birin û li Helebê firotin."
Di dema qetlîama Dersimê û piştî qetlîamê dewletê bi hezaran keçên Dersimê komkirin û dan malbatên ku nas nakin û ev wekî bûyerek şermê di mejî û çavê hemû cîhanê de ma. Hêj birîna Dersimê nû ye niha jî derket holê heman tişt li gundê kurdan Gumut bi serê gelê kurd anîne. Piştî sînorên ku di dema peymana Lozanê de hatin xêzkirin, Kurdistan kirin 4 parçe û gundê Gumut ji Kantona Efrînê hat girtin û li ser Hatayê ve hat girêdan.
Piştî bi Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe, Hatay wekî komarek serbi xwe di bin serweriya Fransayê de bû û tiştên piştî referanduma 1939'an hatin jiyîn 77 salin li bendê ye bê ronîkirin. Gundê Gumut ku di salên 1939-1945'an de bi vî tê nasîn, kesên ku wehşeta li vî gundî jiyan kirin ji gund reviyan û li gundek nû bicih bûn. Em bi welatiyên ku naxwazin navê gundê xwe yê nû bidin re kom bûn û em guh didin wan. Welatiyên gund diyar kirin ku piştî referandumê Hatay girêdayî Tirkiyeyê hat kirin, li gundê Gumut ku ji 600 malan pêk dihat piştî qereqola Gumut bi navê xwe yê nû Qereqola Sînor a Bayraktar hat çêkirin jiyana wan veguheriye zîndanê.
Welatiyên gund anîn ziman ku berê yek bi yek piştre bi awayekî komî hemû koçberî taxa Barbarosê ya Kirikhanê bûne, hinek gundî jî ji ber nexwestin axa xwe terk bikin 5 kîlometre li nêzî gundê Gumut gundek nû avakirin û li wir bicih bûn. Gundiyan destnîşan kirin ku tiştên wan rojan dihatin jiyîn hîna jî tê jiyîn. Welatiyên herêmê yên ku hêjî di bin bandora wan rojan de ne dixwazin wan rojan ji bîr bikin. Welatî ji ber xwedî jiyanek girtî ne heta niha tişitek ji kesekê re ne gotine. Apê Mustafa yê 95 salî ku wekî hafizeya gund û kesê herî kal ê gunde tiştên wê rojê hatine jiyîn vedibêje.
Apê Mustafa, bi gotina "gelek êşhatin kişandin" dest bi axaftinê dike û wiha dibêje: "Piştî qereqol li gund hat avakirin leşkerên Tirk jiyan li welatiyan kirin zîndan. Gelê gund êdî ne dikarîn şevê rabikevin. Leşker bi zorê diketin malên gundiyan hevjîn û keçên wan tecawîz dikirin û yên dixwestin dikuştin. Ji ber wehşeta leşkeran gel mecbûr ma ku gund terk bikin. Burokratê Komara Hatayê yê xwe bi navê 'Reşaga Huseyîn' dida nasîn bi leşkeran re zilm li welatiyan dikir. Ji kîjan malê xwestiba jin digirt û zilma xwe zêdetir dikir."
Bi dehan keçên winda
Apê Mustafa da zanîn ku li gund zarokên keçên 8-10 salî bi zorê ji malbatên wan hatin girtin, li Helebê hatin firotin û wiha pêde çû: "Me êdî ji wan keçan tu agahî ne girtin. Yek ji wan keçan xizma mine û navê wê 'Zuhre' bû. Ji ber ez li duv wê û keçên birine Helebê ne ketime ez gelek poşmanim."
Apê Mustafa bi gotina "ev cîhan ji wan re jî ne ma" axaftina xwe didomîne: "Tiştên ku niha li Sûriyeyê tên jiyîn berê me jiyan kir. Hêjî cihê gund heye lê ji wê rojê pêde tu kes neçûye herêmê. Dema ez li qereqolê dinêrim tiştên min jiyan kirine tên bîra min ji ber wê naxwazim lê binêrim."
Apê Mustefa ligel hemû tiştan jî yek ji kesên ku herî zêde vê bûyerê dibêje ye. Lê naxwaze tiştên jiyaye bi bîr bîne.
(mb)