Piştî qedexeyê talan!
AMED (DÎHA) - Li gundê Mîşrîfê ya Lîcê ku qedexe hat rakirin, bax û baxçeyên welatiyan ji aliyê leşkeran ve hat talankirin, guleyên balafirşikêr ên li ereziyê belav bûne xetereyê difurîne.
Li 14 gundên bi ser navçeyên Karaz, Hezro û Licê yên Amedê ji aliyê walîtiyê ve di 17-19'ê cotmehê de qedexe hatibû îlankirin û piştî operasyona ku hatibû destpêkirin jî çoltera gundê Mişirfê ya Licê bi helîkopteran ve hatibû bombebarankirin. Di encama bombebaranê de li gelek gund û gundikan şewat derketibû û leşkeran çûn û hatinên gundan li tarfîkê re girtibûn. Hate hînbûn ku li gundên ku çûn û hatin hatine qedexekirin leşker bi cilên leşkerî li hundirê gundan digerin.
Wesayît hatin texrîbkirin
Dîsa jibilî leşekarn cerdevanan jî di operasyonê de cih girtin. Di operasyonê de li gundê Mîşirfê jin, zarok û ciwan jî rastî heqereta cerdevan û leşkeran hatin. Piştî ku qedexe hat rakirin li gundê Mîşirfê ya ku hat bombebarankirin gelek bax û baxçe hatin şewitandin. Li ser riya Mîşirfê 2 wesayîtên ku aydî kê bû nayê zanîn ji ber bombebarana ji helîkopteran ve hat rewşekî nikare bê bikaranîn. Li hundirê gund gelek guleyên balafirşikêran hatin dîtin û ev gule ji bo zarokan bûye xetereyekî mezin.
'Bax û baxçeyên me şewitandin'
Welatiya bi navê Zehra Yildirim a 85 salî têkîldarî tiştên ku di dema qedexeyê de qewîmi wiha axivî: "Dema ku qedexeyê dest pê kir ez û bûka xwe li ber derî rûniştibûn. Helîkopter nişka ve hatin û gule barandin. Hemû gule hatin ber me. Em ketin hundirê malê. Leşkeran bax û baxçeyên hemû kesan dişewitandin. Em debara xwe bi bax û baxçeyên xwe ve dikin. Dewlet dibêje em ji bo tîryakê hatin lê zirarê didin me. Êdî bes e."
'Leşker baş nêzîtî me nebûn'
Li gundê Mîşirfê zarokên 8-10 salî jî der barê bombebarana helîkopteran de wiha gotin: "Helîkopteran li ser serê me gule berdan. Leşker hatin, piştre 2 rojan li vir man. Hemû baxçeYên me şewitandin. Em qedexeyan naxwazin. Bila leşker neyên gundê me. Leşke baş nêzîkî me nabin."
'Êdî bes e'
Ji niştecihên gundê Mîşrifê Abdullah Demîrbaş ê 70 salî jî anî ziman ku, piştî ku qedexe hatiye rakirin derketine derve û dîtina ku hemê bax û baxçeyên wan dişewite. Demîrbaş destnîşan kir ku 70 donim ereziya wî ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û wiha got:" Divê êdî dewlet heqeret li me neke. Em zirarê nadin kesekî. Zİvistan hat, ereziyên me hatin şewitandin. Êdî bes e. Em çiqas aştiyê dixwazin, em kuştin, şewitandin, xinakirin. Hemû darên me yên hirmî, gûz û behifê hatin şewitandin."
(sa)