Li Kerkûkê şer didome
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di şerê ku duh piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Kerkûkê li dijî hin noqteyan dest pê kir de li taxa Dûmizê 2 endamên çeteyan hatin kuştin.
Li Kerkûkê piştî ku duh çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hin noqteyan kirin şerê ku dest pê kir didome. Li gorî nûçeya RojNewsê li taxa Dûmiz 2 endamên çeteyan hatin kuştin. Hate hînbûn ku li taxên Edne, Tesiîn, Yekê Hezîranê pêşmergeyan dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê li dibistana Şehba ya li taxa Dûmiz bicih bûne û şer li vê taxê dijware. Heta niha sê çete hatine kuştin.
Operasyona ji bo paqijkirina tevahiya Kerkûkê tax bi tax berdewam dike.
(sa)