DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo îfadeyê çûn hatin binçavkirin

 
22 Cotmeh
11:08 2016

DERSIM (DÎHA) - Li Dersimê 5 kes dema ji bo îfadeyê bidin çûn midûryeta polîsan hatin binçavkirin.

Li Dersimê şevê din xwediyê Radyoya Munzur Mehmet Çagri, rêveberê DBP'ê Yaşar Ateş, esnafên bi navê Serkan Sariataş, Vedat Emîr, Şahîn Kucîn ji bo îfede bidin ji aliyê midûryeta polîsan ve hatin vexwedin. 5 kesên ku ji bo îfadeyê bidin çûn midûryetê ji aliyê Midûryeta Polîsan a Dersimê ve hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin li midûryetê tên girtin û hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn. Hat ragihandin ku di çarçoveya heman dosyayê de derbarê 7 kesên din de jî biryara binçav kirinê hatiye dayîn.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN