Li taxa Cûdî dorpêça polîsan
								
							22 Cotmeh
									
										11:52
										2016
									
								ŞIRNEX (DÎHA) - Dorpêça polîsan a li taxa Cûdî ya Cizîrê ku şevê din destpê kir di saetên serê sibê de hat rakirin.
Polîsan şevê din taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê dorpêç kiribûn, dorpêça ku heta serê sibê berdewam kir piştî rageşiya hat jiyîn di saetên serê sibê de hat rakirin.
Şevê din polîsan li taxê bi awayekî keyfî êrîşî du ciwanên ku navê wan ne hat zanîn kirin û li ser vê yekê welatiyên taxê bertek nîşanî polîsan dan.  Polîsên ku gule berdan hewayê, heta serê sibê li taxa Cûdî bi wesayîtên zirxî geriyan. 
Dorpêça li taxa Cûdî di saetên serê sibê de hat rakirin.
(mb)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							