DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di şerê Kerkûkê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dan 200 kes birîndar bûn

 
22 Cotmeh
13:01 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Duh çeteyên DAIŞ’ê serê sibê seat derdora 03:00’an êrîşî bajarê Kerkûkê kirin. Di encama êrîşê de 72 kesan jiyana xwe i dest dan û herî kêm 200 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên Rêveberiya Tendursitiya Kerkûkê di encama şerê duh li bajarê Kerkûkê pêk hat de 72 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birînar bûn. li gorî agahiyên ne fermî ji bilî pêşmerge û hêzên ewlekariyê gelek welatî jî di êrîşa duh ya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Duh çeteyan li taxên Yekê Hezîran, Esra Mefqûdîn, Dûmiz, Tesiîn, Hey Eskerî xwe di nava avahiyan de bicih kirin. Hêzên ewlekariyê, pêşmerge û gerîlayên HPG û YJA Starê êrîşa çeteyan şikandin. Îro dîsa li Kerkûkê şer li taxên Dûmiz, Esra Mefqûdîn destpê kir û niha jî berdewame.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN