DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Milazgirê 3 kes hatin girtin

 
22 Cotmeh
13:16 2016

MÛŞ (DÎHA) - Di serdegirtina malan ên Milazgirê de 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Polîsan di 17'ê Cotmehê de li navçeya Milazgira Mûşê bi ser malan de girtibûn û 13 kes binçavkiribûn. 13 kesên ku piştî îfadeyên wan li Midûryeta Polîsan qediyan sewqî Edliyeya Milazgirê hatin kirin. Ji 13 kesên ku îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin 5 kes hatin berdan û 8 kes jî bi hinceta "endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 8 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û welatiyên bi navê Hasan Turan, Alî Gonen û Alîcan Gonen jî hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E a Mûşê.

Li aliyê din 7 kesên ku roja Duşemê hatibûn binçavkirin û di nava wan de nûçegihanê me Îdrîs Sayilgan jî heye piştî karên wan ên li Midûryeta Polîsan a Bajar bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hatin kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN