DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Esnafên Dêrsimê ku dikan girtin dewlet bêzar kir

 
22 Cotmeh
13:28 2016

DERSIM (DÎHA) - Esnafên Dêrsimê duh bi armanca êrîşên dewletê şermezar bike dikan girtin û neçûn ser kar. Esnafên dikan venekirin rayedarên dewletê bêzar kir. Dozgerê komarê der barê esnafan de lêpirsîn vekir. Piştî Waliyê Dersimê biryara "Qedexeya girtina derabeyan" da, gelek esnaf hatin binçavkirin.

Esnafên Dêrsimê, bi armanca bombebaran di 16'ê Cotmehê ya li Geliyê Pulumoriya pêk hat û 13 gerillayan jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin dikanên xwe venekirin. Esnafên ku polîtikayên dewletê yên şer şermezar kirin û dikan venekirin jiyan rawestantin. Piştî welatiyên bajar jî piştgirî da esnafan û derketin kolanan, Dozgeriya Komarê ya Dersimê dest bi lêpirsînêkir. Esnafan li taxên Sihenk, Gazik, Harçik, Turişmek, Munzur, Alibaba, Esentepe û Mogoltay dikan venekirin û jiyan rawestand. Li aliyê din Waliyê Dersimê girtina komî ya derabeyan li Dersimê qedexe kir.

Ji bo îfadeyê bang li esnafgan kirin

Midûriyeta polîsan ji bo îfadeyê bang li gelek esnafan kir. Hin kes jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 6 kesên neçun îfade nedan bi zora polîsan hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin polîsan telefonên wan desteser kirin.

Xebatkarê Radyo Munzur Mehmet Çagri û rêveberên DBP'ê yên Dersimê Yaşar Ateş, Ufuk Sunger û Serkan Sariataş, Vedat Emir û Şahin Kuçin jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin ji ber çalakiya duh hatine binçavkirin û hêj îfadeya wan nehatiye girtin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN