83 cerdevanan çek berdan
COLEMÊRG (DÎHA) - Li gundê Aşûtê ya Çelê 83 cerdevanên nexwestin beşdarî operasyonên leşkerî bibin çekên xwe teslîmî qereqolê kirin û gotin ku ew berê luleyên çekên xwe nadin zarokên xwe.
Li gundê Aşûtê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ku şer bi hemû giraniya xwe berdewam dike hemû cerdevanan çek berdan. Serê sibê 83 cerdevanên gund ku nexwestin beşdarî operasyonên leşkeri bibin çekên xwe teslîmê Qereqola Jendermeyê ya Çigliyê. Cerdevanên çek berdan ji ajansa me re axivîn û wiha gotin: 'Xwestin em beşdarî operasyonan bibin. Mê jî ji wan re got ku gelek zarokên me li çiyê ne. Em nikarin berê çekên xwe bidin aliye wan. Em ê din av hefteyê de daxwaznameyên îstifayê jî radestî wan bikin'
Hat zanîn ku qaymaqamtiya navçeyê jî ev demek e xizmetên ji bo gund hemû qut kirine.
(gka)