DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

YBŞ û YJŞ ji bo tolhildana dayik û gelê Êzidî dê biçin Mûsilê

 
22 Cotmeh
14:33 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Şervanên YBŞ û YJŞ ku piştî êrîşa DAIŞ'ê xwe bi rêxistin kirin, ji bo tola gelê xwe hilînin dê biçin Mûsilê û li dijî DAIŞ'e şer bikin.

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê ya li ser gelê Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, bi sedan keç û xortên Êzidîxanê xwe bi rêxistin kirin û biryara artêşbûnê dan û hêzên YBŞ û YJŞ‘ê ava kirin. Ciwanên Êzidî parastina civaka xwe bikin, YBŞ û YJŞ avakirin. Ji bo tolhildana keç û dayikên ketine destê DAIŞ`ê hildin her roja diçe mezintir dibe. Ev salek zêdetire berxwedaniya şervanên YBŞ/YJŞ’ê ya bê hempa didome. Şervanên YBŞ û YJŞ ji bo dijî DAIŞ`ê tola xwe hildin xwe mafdar dibînin ku tevlî pêngava rizgarkirina Mûsilê bibin. Piştî YBŞ/YJŞ’ê ji aliyê Iraqê ve fermî hat qebûl kirin xwe amade dikin ku tev li şerê Mûsilê bibin.

Şervanên Êzidî armanca xwe ya ji bo tevlîbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê ji Roj Newsê re vegotin.

Şervana YJŞ'ê Avesta Agir:B ; “Ew artêşek fermî ya Iraqên, ev dû saleem ji bo axa xwe ya Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Me li Şengalê şerek dijwar da meşandin û em di şerê xwe de her dem serkeftî ne, Ji ber armancên me mezinbûne. Hîna êşa zarok û dayîkên Şengalê li ber çavê me ye û ev ji îsrara me ya serkeftinê ye. Me xwest em bibin artêş da ku em karibin di pêşerojê de xwe bi parêzin û xwe bi rêve bibin. Heta ku em serkeftin û rizgarkirina Şengalê dikin diyarî gelê xwe yê bi nirx, emê na rawestin.”

Şervanê YBŞ‘ê Êzidî Rêber Êzidxan: “Ev sala sêyemîne em di berxwedanê dene. Bi avakirina artêşa xwe em dixwazin xaka xwe rizgar bikin û karibin dayik û xwişkên xwe yên ketine destê DAIŞ`ê rizgar bikin. Em ji Iraqê bi hêvîbûn ku em wekî hêzek ya Iraqî ji bo tevlî pêngava rizgarkirina Mûsilê bibin werin vexwendin. Eger em bên vexwedin emê moral û coş zêdetir bidin pêngavê. Lê Iraq me vexwîne an nevexwîne em Şengalê wekî parçeyek a Mûsilê dibînin. Mafê me ye em gundên Şengalê yên mayîn destê DAIŞ’ê de rizgar bikin. Ji bo rizgarkirna gundên xwe em ê li benda biryara kesî nemînin.”

Rêber Êzidxan, anî ziman ku ew şerê ku niha didin meşandin ji bo tolhildana dayik û xwişkên wan ên ku di bazarên Mûsilê û Tilehferê de têne firotine û got: "Emê şerê xwe li ser bingeha tolhildana xwe bidomînin.”

Şervanê YBŞ’ê Baran Arjîn jî diyar kir ku YBŞ û YJŞ ji bo karibin civaka Êzidî biparêzin û rê li pêşiya fermanan bigrin hatin avakirin û wiha got: “Vexwedin an ne vexwedina hêzên me ji aliyê Iraqê ve ya ji bo rizgarkirina Mûsil wê ti bandor li me neke. Şengal parçeyek ji xaka Mûsilê ye. Ji bo ku em vê xakê biparêzin me gelek şer kir. Emê her wext karê xwe berdewam bikin û ji bo rê li hemû cûre ferman û polîtikayên qirêj yên ku li ser gelê me tên kirin çi pêwist be emê bikin.”

Şervanê YBŞ’ê Sîba Qiranî jî da zanîn ku ew ji bo şeref û namûsa xwe di Şengalê de şer dikin û axavtina xwe wiha got: “Ev şerê me ji bo parastina xaka Êzidxanê ye. Ji bo carek din gelê me rastî komkûjî û fermanan neyê, emê bi hemû awayi şerê xwe bikin û parastina xaka xwe bikin.”

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN