Li Pulurê pevçûn dijwar bûn
								
							22 Cotmeh
									
										14:45
										2016
									
								DERSIM (DÎHA) - Piştî li navçeya Pulura Dersimê "qedexeya derve" hat îlankirin şer û pevçûn dijwar bûn.
Piştî li navçeya Pulura Dersimê operasyon hat destpêkirin li mêrgên Dedgan, Safkan, Deyasur, Şorşiwenk, Lilgan ên gundê Gamîr di navbera leşker û gerîlayan de pevçûn derketin. 
Hat ragihandin ku dengê çekan li navenda navçeyê tê bihîstin û li daristanên Kozluca û Kenzîrê ji ber topbarana leşkeran şewat derketiye.
Li navçeyê operasyon û pebçûn dijwar bûne.
(mb)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							