Li Dêrikê kesek hat girtin
MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Dêrikê ji 7 kesên hatibûn binçavkirin welatiyê bi navê MûshînYilmaz hat girtin, kesên din hê jî di bin çavan de ne. Her awiha welatiyê bi navê Huseyîn Baydû ji taxa Kale yê duh êvarî di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Heftayek berê di serê sibê li gundên Qubilmê, Şkestinê û Werga Xensêyên navçeya Dêrika Mêrdînê leşkeran bi ser malan de girtibû û 7 kes binçav kirin bûn. Leşkerên ku bi ser malbata Dûrsûn û Daglikan a gundê Şkeştînê de girtin. Ji malbatê Dûrsûn 5 kes binçav kirin, jibilî Serhat Dûrsûn, bav, dayik û birayên wî serbest hat berdan. Cîranê Dûrsûn ê bi navê Emrah Turk jî di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Welatiyê bi navê Tahîr Ergen yê ji gundê Qubilmê û welatiyê bi navê Abdûlkadîr Bozkurt ji gundê Werga Xensê jî hatibû binçavkirin.
Ji malbata Daglikan jî Salîm Daglikan û kurên wî Şeyhmûs û Servet Daglikan ên hatibûn binçavkirin biribûn Qereqola Cendermeyan a navçeya Artûklûya Mêrdînê. Hat zanîn ku welatiyê bi navê Memet Çevîrenjî 3 hefte berê di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin hê jî di bin çavan de ye.
Welatiyê bi navê Huseyîn Baydû ji taxa Kale yê ya Dêrikê jî duh êvarî di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin.
Her wiha xebatkarê Şaredariya Dêrikêyê berê bi navê Mûhsîn Yılmaz jî ji bo îfadeyê hatibû ban kirin û xistibûn binçavan piştî heftakê derxistin dadgehê. Yilmaz bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê.
(kom/sa)