20 tangên Tirkiyeyê darbasî Şehbayê bû
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) -  Artêşa tirk ji bo çeteyên girêdayî wî 20 tang derbasî herêma Şehbayê kir. 
Li gorî nûçeya ANHA'yê  artêşa tirk 20 tang û komek leşkerên xwe derbasî herêma Hewarê ya bi ser bajoraka Raî yê kiriye û li gundê Bihorte yê  Ezazê bi cih bûne. Di nûçeyê de hat gotin ku  ji bo Tirkiye  piştgiriyê bide çeteyên ku grêdawî yê wî ye tank û komek leşkerên xwe şandiye Şehbayê. 
Li aliyê din balafirên şer ên artêşa tirk  gundên ku hatine rizgarkirin bombebaran dikin û di heman demê de gund tên topbarankirin. 
(sa)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							