Di çalakiya Tîpa F de azadiya Kocaturk hat xwestin
STENBOL (DÎHA) -Di çalakiya Tîpa F a hefteya 239'emîn de azadiya ji bo girtiyê nexweş Resul Kocaturk edalet hat xwestin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş cara 239'emîn çalakiya Tîpa F li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de parasvanên mafên mirovan bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş Rusûl Kocaturk. Di çalakiya li Qada Galatasarayê de pankartên "Tecrîd dikuje bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin" "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyandin" "Bila girtiyên nexweş bê berdan" û "Rûniştina Tîpa F a 239'emîn Bila Resul Kocaturk bêberdan" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di çalakiya vê ehfteyê de pirsa "Hûn çima li vir in" li kesên beşdarî çalakiyê bûn hat kirin û bersiva "Ji bo girtiyên nexweş edaletê bixwazin" hat dayîn.
Di çalakiya vê hefteyê de Sezamîs Horoz daxuyaniya hefteyê xwend û diyar kir ku piştî îlankirina OHAL'ê li girtîghan binpêkirinên mafan zêde bûne. Horoz anî ziman ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan û bên damankirin têkoşînê dimeşînin. Horoz bal kişand nameya ku Rusul Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dimîne û nexweş e.
Horoz ji bo ku girtiyekî din jiyana xwe ji dest nede bang li raya giştî kir û xwest ku Kocaturk bê berdan, astengiyên li hemberî dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin.
Çalakî bi sloganên "Bila Resul Kocaturk bê berdankirin" "Bila girtiyên nexweş bên berdan" bi dawî bû.
(sa)