Tuncel: Dem dema rêxistinbûnê ye
STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî de  diyar kir ku di hedefa AKP'ê de pergala hevserokatiyê heye û wiha got: "Em dê li dijî pergala AKP'ê têbikoşin.  Niha dem dema rêxistinbûna jiyanê ye." 
Konferansa Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li "Jin Rêveberiya Herêmî Niqaş dikin" li Otela Elît  World berdewam dike. Endama Meclîsa HDP'ê Ayşe Berktay rapora ku ji daneyên GABB'ê kom kiribû xwend.  Berktay, xebatên Şaredariyên  DBP'ê parve kir û wiha got: "Tirkiye bi tayînkirina qeyûman şertê xweseriya  Rêveberiya Herêmî ya Yekitiya Ewropaye binpê kiriye. Li gorî xala 4'an a benda 4'an erka ku ji rêveberiya herêmî  re hatiye dayîn tam û munhasir e. Li gorî zagonî navend nikare mudaxaleyî vê erkê bike. Navend nikare tev li karê  rêveberiya herêmi bibe. Ji ber vê yekê qeyûm li dijî peymana YE'ê ye. 
Berktay, anî ziman ku Qeyûmê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Êlihê rakir û xebatên şaredariyê yên 12 salan tev  binpê kirine û Navenda Jinê ya Selisê û Kargeriya Jinê ya Hevî girtiye. Berktay, da zanîn ku miduriyetên jinê yên  Şaredariyên Sur, Erdîş Artemêt, Rêya Armûşê, Qelqelî, Cizîr, Sîlopya, Şemrex, Dêrik, û Pirsûsê hatin girtin. 
Li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîtîkayên Jinê hat girtin û serlêdanên jinan ên Navenda Piştevaniya Jinê ya  Sitiya Zînê desteser kirin. Li Şemrex, Derîk, Kerboran, Farqinê Navendên Jinê hatin girtin. Li şaredariyên din  xebatên jinê hatin rawestandin. Disa xebatên jinan hatin fesihkirin. Cihê jinan ên kar hatin guhertin. Seroka Daîreya  Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat binçavkirin. 20 roj şunde serbest hat berdan. Navendên  zarokan û dibistanên zimanê zikmakî yên zarokan hatin girtin. Hemû saziyên ku jinan bi salan kedek mezin da û bi  kedek mezin ava kirin yek bi yek hatin girtin û desteserkirin. Ji 26 şaredariyên qeyûm hatin tayînkirin jê 15  hevşaredar jin in. 
Piştî rapor hat xwendin, ji bo dîwanê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel û Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder hatin hilbijartin. 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak encama Konferansa Kolombiya û encama konferansa Habitatê parve kir. Kişanak, piştre behsa xebatên şaredariya Bajare Mezin a Amedê kir. Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel jî behsa xebatên şaredariyê kir û anî ziman ku 10 salin Kargeriya Hêvî Umut ava kirin. 
Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder jî destnîşan kir ku AKP li Îdirê polîtîkayên taybet dimeşîne û Şaredariya Êdirê di polîtîkayên jinê de encamên erênî bi dest xistine. Onder, da zanîn ku bi hatina wan re êdî rengê jinê û şaredariya jinê pêş ket û wiha got: "Piştî pergala hevşaredariyê di hişmendiya mêr de jî guhertin pêş ket. 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin êrîşa wan a herî mezin li dijî vîn û xebatên jinê bûn û wiha got: "Hedefa AKP'ê ya sereke pergala Hevserokatiyê bû. Lê nekariûbû bi ser bikeve. Bi qeyûmê zilamên bi gobek û bi simbêl tayîn kirin. Dîmenen jinê ji holê rakini. Her tişt xistin înîsiyatifa Waliyan. Niha hewl didin ku qeyûmê tayînî hevşaredariyên me yên mezin bikin. Tayînkirina qeyûmê ne tenê pirsgirêka jinên kurd û DBP'ê ne. Pirsgireka hemû jinên cîhanê ye. Bi şer û polîtîkayên pevçûnê dixwazin azadiya jinê ji destê wê derxin. Divê tevgera jinên Tirkiye vê yekê bibîne. Ne AKP û ne jî tu hêz vîna me têk bibe. Tu tişt dê wekî gotina wanû daxwaza wan pêş nekeve. Dê her tişt wekî gotina jinê be. Niha dem dema rêxistinbûn û avakirina jiyan nû ye." 
Konferans bi axaftinan didome. 
(mae)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							