DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Heyeta Ewropa hat Nisêbînê

 
22 Cotmeh
20:56 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Heyetek ji Ewropa Parlementoya Ewropa pêk tê ji bo hin hevdîtinan û agahiyan di derbarê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bigirin, hatin navçeyê.

Heyetek ji Tevgera Alîgirên Li DIjî Nijadperestiyê ya Ewropa (EGAM) û Parlementoya Ewropayê pêk tê ji bo hin hevdîtinan û agahiyan di derbarê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de bigirin hatin navçeyê. Heyet ji hêla parlementerên HDP'e Mîthat Sancar û Gulser Yildirim, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, rêveberên DBP-HDP û Dayikên Aştiyê ve li avahiya DBP'ê ya navçeyê hat pêşwazîkirin.

Heyeta ku parlementer Hervé Féron, parlementerê Boşnak Dennis Gratz (Bosna) û endamên Parlementoya Ewropa José Maria Faria (Portekîz), Frank Engel (Luksemburg), Costas Mavrides (Kibris), Julie Ward (Îngîltere), Klaus Buchner (Elmanya) cih digirin. Ji saziyên civaka sivîl ên Ewropa Serokê EGAM’ê Benjamîn Abtan, ji Rêxistina Mafê Mirovan a Memorial Marîna Agaltsova (Rusya), Kordînatorê EGAM’ê Djordje Bojovic (Sirbistan), endamê Kordînasyona EGAM’ê Wêneger Romain Champalaune (Fransa), Rêveberê SOS Racism Jette Moller (Danîmarka), ji Însiyatîfa Ciwanan a Mafên Mirovan Mario Mazic (Hirvatîstan), Îvan Novosel (Hirvatistan) û Albert Selîmî (Kosova) di nav de cih digirtin, li navçeyê guhdariya rêveberan û dayikên ku zarokên wan di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, kirin.

Di serî de Endamê PM’ya HDP'ê Nazim Kok di derbarê rewşa Nisêbînê de heyet agahdar kir. Pişt re Hevşaredar Kaya di derbarê berxwedana Nisêbînê û qeyûmê de bi kurtî axivî. Kaya diyar kir ku, gelê Nisêbînê bi awayekî qehremanî li hemberî tank û topan bi mehan li ber xwe daye û tu carî serê xwe li ber wan netewandiye. Kaya bal kişand ser qeyûmê û wiha got: "Bi awayekî korsanî dest danîn ser şaredariyên me. Niha qeyûmê ku tu kes wî nas nake, anîne ser şaredariyê. Lê gelê me tu carî van tiştan qebûl nake. Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe bin."

Heyet pişt re ji avahiya navçeyê veqetiya û çûn ber Taxa Elîka ya dora wê bi têlan hatiye dorpêçkirin. Heyet ji taxê dîmen û wêne kişandin û pişt re ji navçeyê veqetiyan û ber bi Amedê ve çûn.

(kom/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN