Li zeviyan çavê wan li welatê wan e
HATAY (DÎHA) – Li Hatayê penaberên sûriyeyî û gundî, piştî paleyiya fistîqan niha jî li zeviyan bermayiyên fistiqan berhev dikin. Li gel vê, çavê penaberên ku li zeviyên fistiqan dixebitin her li welatê wan e.
Penaberên ku ji ber şerê li Sûriyeyê hatin Reyhanliya Hatayê, li gundê Belleneyê piştî paleyîya fistiqan, niha jî li gel gundiyan li zeviyan ji bo debara xwe bermayiyên fistiqan berhev dikin. Penaberên ku fistiqên li erdê berhev dikin, wan bi buhayekî bir kêm difiroşin. Penaberên ku hatin Tirkiyeyê, li zeviyan bi heqdesteke kêm, di navbera 25-30 lîreyî, ji neçarî dixebitin.
Li zeviyên fistiqan du jin
Penaberên ku gelek ji wan di konan de dijîn, li gel niştecihên gund ji neçarî her karî dikin. Her wiha ji penaberan ên ku herî zêde şer bandorê li wan kir jî jin û zarok in. Zarok li gel diya xwe ji mecbûrî li zeviyan mezin dibin û her wiha li zeviyan gelek jê di dergûşan de ne û dergûşa wan jî ji kîsan pêk tê.
Jin li gel şert û şirûtên zehmet, her wiha bi êşa hewîbûnê re jî rû bi rû ne. Li zeviyên fistiqan, yek ji wan jina Ayşe Karataş e, ku li zevî li gel hevjînê xwe û hewiya xwe Leyla Abdûllah dixebite. Karataş anî ziman ku, ew hem li zevî dixebitin û hem jî efareyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Karataş diyar kir ku, ew ji hewiya xwe Leyla Abdûllah ne aciz e, lê ji hevjînê xwe aciz e û anî ziman ku, tiştek ji destê wê nayê.
Çavê wê li welatê şer e
Leyla Abdûllah jî anî ziman ku, çavekî wê li welatê wê Sûriyeyê ye û çavekî wê jî li nav zeviyan li fistiqên erdê ye û got, ew neçar in. Gelek jinên penaber ên wek Abdûllahê li heman zeviyî ji neçarî dixebitin.
(red)