Li ‘zeviya muhimatê’ talûke didome
WAN (DÎHA)- Li Geverê piştî teqîna ku Ûmût Ayvalikê 10 salî jiyana xwe ji dest da û Havîn û Hakan Ayvalik jî bi giranî birîndar bûbûn, li heman zeviyê 3 teqemeniyên din jî hatin dîtin.
Li Gevera Colemêrgê, di 12’ê cotmehê de li Taxa Cûmhûriyetê Ûmût Ayvalikê 10 salî li zeviyekî nêzî mala xwe cismek dîtîbû û dema Ayvalik bi wî cismî lîst teqiya bû û AYvalik jiyana xwe ji dest dabû û her wiha zarokên bi navê Havîn û Hakan Aydinlik jî bi giranî birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar Hakan Ayvalikê 7 salî li Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê tedawiya wî hîn jî didome û bavê Ayvalik, Mehmet Ayvalik, da zanîn ku kurê wî bi rîska ku ji lingê xwe yî rastê bibe re rû bi rû ye û wiha got: “Li ruh û bedena kurê min, birînên ku dê necebirin çêbûn.”
Talûke didome
Ayvalik diyar kir ku, li Taxa Cûmhûriyetê li qadeke berfireh gelek muhîmatên neteqandî hene û got, talûke hîn jî didome. Ayvalik da zanîn ku, piştî qedexeya li Geverê gelek muhîmatên neteqandî li zeviyên vala hene û ev hîn jî nehatine berhevkirin. Ayvalik wiha got: “Li zeviyê vala yê ku teqîn lê pêk hat, ji berê de diyar bû ku dê felaketek xwe bide der.” Ayvalik diyar kir ku, piştî teqînê li heamn zeviyî 3 teqemeniyên din jî hatine dîtin û wiha axivî: “Piştî vê bûyerê, 3 bombe hatine dîtin. Diyar e ku jiyana hin zarokên dê bibe wek ya Ûmût, Hakan û Havînê.”
Her şev bi qîrîn hişyar dibe
Ayvalik dest nîşan kir ku, bi awayekî derûnî jî bûyer bandorê li kurê wî kiriye û wiha got: “Dema bi gogê dilîst li qaleyê bûye, dema li gogê dide di bin lingê wî de diteqe. Ji wê rojê heta niha ya kut ê bîra wî ev e. Xew nakeve çavê wî, her şev bi qîrînî hişyar dibe.”
Dê malbat dozê vebike
Ayvalik got, têkildarî mijarê ji bo îfadedayînê serî lê nehatiye dayîn û got polîsan kaxezeke wiha pê dane îmzekirin: “Gelo kî teqemenî xistiye wir?” Ayvalik diyar kir ku, ew ê şopdarê vê bûyerê be û ew ê dozê vebikin.
(red)