DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Guven: Li Tirkiyeyê azadî tunebe, ji bo Mûsilê nikare bibe çareserî

 
23 Cotmeh
09:18 2016

AZİZ ORUÇ

AMED (DÎHA) – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven amadekariyên Tirkiyeyê yên têkildarî Mûsil, Rojava û derveyî sînor nirxandin û wiha got: “Li qisûrê nenêre kes baweriyê xwe bi gotina Tirkiyeyê ya 'Ez ê li Mûsilê bibim çareserî' nayîne. Heke li nav Tirkiyeyê azadî tune be, dê ji bo cînarê xwe, ji bo Mûsilê jî nebe çareserî.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven têkildarî operasyona Mûsilê ji DÎHA’yê re axivî û got, di operasyona Mûsilê de Heke Tirkiye li dervayî denklemê mabe, ew ji ber polîtîkayên wê yî şaş e. Guven anî ziman ku, li Tirkiyeya ku kaos heye, azadî lê tune ye, dê ji bo Mûsilê nebe çareserî.

'Têkildarî Mûsilê polîtîkayên Tirkiyeyê yên qirêj hene’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got, Mûsil ev 2 sal e di dest DAIŞ’ê de û dest nîşan kir ku, ji berê de dîrok, çand û ser û binê Mûsilê pir dewlemen de û got, ji ber vê tim rastî êrîşan tê. Guven anî ziman ku, li Mûsilê kurd, elewî, tirkmen, ereb û gelek nasnameyên cuda dijîn û got, ji ber vê dewlemendiyeke olî jî heye. Guven, dest nîşan kir ku, divê azadbûna Mûsilê jî li ser vê esasî pêk bê û got, heke azad bibe divê feraseteke ku van hemû dewlemendiyan qebûl dike bibe serwer. Guven diyar kir ku, Tirkiye dixwaze beşdarî operasyona Mûsilê bibe, lê belê ev daxwaza wê ne ji bo azadkirina Mûsilê ye û anî ziman ku, Tirkiye ji berê de têkildarî Mûsilê polîtîkayên xwe yî qirêj dixwaze bimeşîne û dixwaze bi operasyona Mûsilê destkeftiyên Rojava û kurdan asteng bike.

‘Armanca Tirkiyeyê destkeftiyên kurda ye’

Guven wiha axivî: “Tirkiye li Mûsilê dixwaze bi nêzîkatiyên mezhebî, bi ereban ji xwe re korîdorekê çêbike. Ji ber vê armanca wê, Hikûmeta Iraqê jî vê naxwaze û Tirkiyeyê beşdarî operasyona Mûsilê nekir. Tirkiye, li kuderê dibe bila be dixwaze destkeftiyên kurda asteng bike. Divê Mûsil bê azadkirin û divê bi tu awayî destûr neyê dayîn ku Tirkiye Mûsilê ber bi sunnîbûnekê ve bibe.”

‘AKP, dixwaze tişta ku li Tirkiyeyê bike, heman tiştî li Mûsilê jî bike’

Guven anî ziman ku, li xaka Iraqê çand, ziman, ol û mezhebên cuda hene, lê belê Tirkiye naxwaze vê fêm bike û diyar kir ku, li gel li Tirkiyeyê kurd, ereb, elewî, ermen hene û gelek ziman hene, lê AKP dibêje “Li Tirkiyeyê her kes tirk e” û naxwaza van dewlemendiyan bibîne. Guvend vegot ku, AKP û Serokomar Erdoganî wê polîtîkaya tekbûyînî ya ku li Tirkiyeyê disepînin, dixwazin li Mûsilê jî bi heman polîtîkayê tevbigerin û got, dixwaze li Mûsilê jî şiî, sunnî, elewî û gelek baweriyên din bi awayekî tekbûyî bibîne. Guven wiha axivî: “Tirkiye dixwaze li Mûsilê tenê sunniyan bibîne. Lê AKP naxwaze fêm bike ku ev şaş e. Lê gelê Mûsilê jî û yên beşdarî operasyonê bûne jî van polîtîkayên AKP’ê û Erdoganî qebûl nakin.”


'Heke li Tirkiyeyê azadî tune be, dê çareseriyê nebe Mûsilê’

Guven wiha domand: “Heke Tirkiye ji bo Mûsilê azadî û wekheviyê dixwaze, cihgirtina wê yî di operasyonê de ser seran û ser çavn. Lê em baş dizanin armanca Tirkiyeyê ne ev e. Hîn Tiriye di nav xwe de ne azad û demokratîk e, dê li Mûsilê çawa wisa be. Li Tirkiyeyê aloziyek heye. Li dijî kurdan topyekûn êrîşek heye. Qeyûm tên tayînkirin. Welatekî ku di nav xwe de ewqas aloziyên wê hebin, bila kes li qisûrê nenêre kes baweriya xwe bi vegotina wê yî ‘Ez ê li Mûsilê bibim çareserî’ nayîne. Heke li nav Tirkiyeyê azadî tune be, dê ji bo cînarê xwe, ji bo Mûsilê jî nebe çareserî.”

'Tirkiye ne li dijî DAIŞ’ê, li dijî kura ye’

Guven da zanîn ku, Tirkiye bi roja ye amadekariyên operasyoneke dervayî sînor dike û got, ew baş dizanin ev amadekarî ne ji bo li dijî DAIŞ’ê, ji bo li sînorê Rojava êrîşî kurdan bike. Guven dest nîşan kir ku, li Rojhilata Navîn tenê hêzên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê şer dikin û got, lê belê Tirkiye êrîşî van hêzên li dijî DAIŞ’ê şer dikin dike û polîtîkayên astengkirina statuya wan dimeşîne. Guven diyar kir ku, Tirkiye çawa ku di polîtîkaya xwe yî hundirîn de rûxiyaye, di ya xwe der ve de jî wisa ye û got, her diçe polîtîkayên Tirkiyeyê yên qirêş tên teşhîrkirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN