DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qadên cemaweriyê yeko yeko tên pêşkeşkirin

 
23 Cotmeh
09:19 2016

AMED (DÎHA) – AKP piştî rûxandina navçeya dîrokî Sûra Amedê, niha jî li navenda bajêr qadên hêşînahiyî û cemaweriyê ji bo rantê vekiriye û li van qadan dest bi avakirina AVM û resîzdansan kiriye.

Li navçeya Yenîşehîra Amedê piştî ku AKP’yî qada Gerînendetiya Rêyên Bejahiyî ji bo rantê pêşkeşkirin, niha jî stada bajêr ji aliyê Wezareta Ciwanan û Sporê ji bo AKP’yiyan hatiye pêşkeşkirin. Stadyûma ku firotin sê fîrmayan, niha dest bi rûxandina wê kirine. Piştî rûxandina wê biqede, dê li vê qada 52 donimî AVM û rezîdans bê çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin nepeyitand û pêvajoya huqûqî da destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber qadên Rêyên Bejahiyê, Parka Anitê, Stadyûm û DSÎ’yê korîdorên hewayî yên anvenda bajêr in, pêşnûma nepeyitand. Li dijî vê Şaredariya Bajarê Mezin ji ber dê herikbariya jiyanê rawestîne têkildarî pêşnûmaya TOKÎ’yê pêvajoya huqûqî da destpêkirin.

Ser wê mizgeft, binî wê rant

Her wiha li navçeya Yenîşehîrê, qada Gerînendetiya Rêyên Bejahiyî ya Herêma 9’emîn jî ji bo avakirina mizgefteke mezin, kulliye û cihwarên bazirganiyê tahsîsî Serokatiya Karên Diyanetê kir. Bi daxwaza Serokatiya Karên Diyanetê qada ku 28 hezar û 500 metrekare ye bi awayekî derusûlî ji aliyê Wezareta Bajarsazî û hawirdorê ve hat îfrazkirin û bi plana tadîlatî ya nû re wek “Qada Tesîsên Olî” hat veguherandin. Pişt re, Serokatiya Karên Diyanetê ji bo li qadê ji bo avakirin tesîsên olî û baziraganiyê bi TOKÎ’yê re li hev kirin. TOKÎ, li qada rêyên bejahiyê 11 avahiyên tescîlî yên mîmarî ku ji serdema komarê mayî rûxandin û li gel vê rûxaninê bi sedan dar jî jê kirin. Li qada ku qirkirina xwezayî û çandî lê pêk hat, dê mizgefteke mezin bê avakirin û her wiha dê li binî vê mizgeftê jî cihwarên abzirganiyê bên vekirin. Li bajêr rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyan diyar kirin ku, dê tu fêdeya van sepandinan ji bo gel û bajêr tune be û li dijî vê bertekên xwe nîşan dan. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a AMedê jî ji bo rawestandina pêşnûmayê serî li dadgehê da.

Bêyî ku pêvajoya huqûqî ya ku Şaredariya Bajarê Mezin û Odeya Mîmaran da destpêkirin bi encam bibe, TOKÎ dest bi çêkirina pêşnûmayan kir û dewrî karsaziyên AKP’yî kir.

'Ji bo serweta dewlemendan, qadên jiyanê yên gelê hejar ji destê wan tên girtin’

Têkildarî mijarê Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin axivî û got, ji bo îktîdara AKP’ê ji derdorên xwe re qada rantê vebike, li gel hemû îtirazên gel jî wezaret biryar dan. Aydin diyar kir ku, divê qadên cemaweriyê ji bo gel bi kar bînin divê bên veguherandin, lê belê îktîdar ji bo jid erdorên nêzî xwe re qada rantê vebike, qadên jiyanê tune dike. Aydin anî ziman ku, li gel niştecihên Sûrê li dijî vê ne jî, AKP rûxandina li navçeyê didomîne û bi tu awayî guh nade nêrînên gel û dînamîn li bajêr. Aydin dest nîşan kir ku, AKP qadên bêhnevedanê yên gel dike qurbana rantê û dide kesên pereyên wan hene.

Aydin diyar kir ku, şerê bi israrî li Kurdistanê tê domandin bandoreke neyînî li rewşa gel a aborî dike û dest nîşan kir ku, ji bo gelê hejar vekirina navendên mezaxtinê bê wate ye.

Aydin dest nîşan kir ku, li Amedê tu faaliyeteke îktîdarê ya ji bo başkirina gelê hejar tune ye û got, ya dike ew e ku, serwetê li serweta dewlemendan zêde bike. Aydin bang kir ku, divê demildest dev ji van pêşnûmayên ku tu fêdeya wê ji gel û bajêr re tune ye bê berdan.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN