Ji avahiya veguherandin qereqolê, gef li gel xwarin
EDENE (DÎHA) –Polîsên ku li Taxa Kuçukdîkîliyê avahiya SEYMER’ê dagir kirin û veguherandin qereqolê, hat diyarkirin ku gef li niştecihên xwarine û ciwan derb kirine.
Piştî ku Muduriyeta Polîsan a Edeneyê li Kolana Şehîtlikê ya Taxa Kuçukdîkîliyê ya Seyhana Edeneyê Navenda Bidestxistina Pîşeyan (SEYMER) a Şaredariya Seyhanê veguherand qereqolê, hat diyarkirin ku polîs bêyî pirs û hincet êrîşî ciwanên di ber SEYMER’ê re derbas dibin dike. Ciwanê bi navê H.E. anî ziman ku, piştî SEYMER veguherandine qereqolê polîsan tax dorpêç kiriye û got, polîs bi wesayîtên zirxî tim li kolana sereke bi awayekî dewriyeyî digerin û bela xwe di ciwanan didin.
'Yê bombe avêt me ji vir derket’
H.E. bi bîr xist ku, hefteya çûyî li dijî cihê ku polîs lê hêwirîne êrîşe pêk hatiye û wiha axivî: “Piştî wê êrîşê, polîs ketin hemû dikanan, sixêf kirin û heqaretî gel kirin. Sixêf ji min û kekê min re jî kirin û em derb kirin. Polîs ji mer got, ‘lan ê bombe avêtin me ji vir derketin. Çima tu wan nas nakî. Hûn ê bibînin.’ Gel bi şik û guman e. Tim dikevin eywanên bîlardo û înternet yên ku tim ciwan diçin û êrîşî ciwanan dikin.”
Gotin ‘tu dizanî’ û lê dan
Ciwanê bi navê B.K. jî anî ziman ku, polîs ciwanên ku li taxê tên gel hev derb dikin û wiha got: “Polîsan ez jî derb kirim. Ji min re gotin, ‘lan kî li ser vî dîwarî YPS nivîsandiye. Tu dizanî; hadê vebêje.’ Dema min got ez nizanim, ez derb kirim. Tim li ser ciwanan pêkûtiî û zext û zoriyên wan hene.”
Welatiyê ku nexwest navê wî aşkere bibe diyar kir ku, polîs bi rasthatinî bi ser kafeyên înternetê û qehwexaneyên li hawirdora SEYMER’ê ne digirin û ragihand ku, piştî êrîşê polîs tax dorpêç kirine û ciwanên ku di rê de diçûn derb kirin. Welatî wiha got: “Gefan li mirovên me dixwin. EM dixwazin ev qereqol ji vir bê rakirin.”
'Bibin zilam’
Welatiyekî din ê ku wî jî nexwest navê wî aşkere bibe wiha got: “Polîs yeko yeko li dikanan digere û gefan li gel dixwe. Polîs wiha gef li ciwanan dixwin, ‘Hûn mêr in, bûyerekê derxin. Em ê we mahf bikin. Bibin zilam.’ Bi pêkûtiyên derûniî tevdigerin. Polîs, her şev li gor kêfa xwe bera hewayê didin. Dixwazin bi vî awayî li ser gel zext û zoriya xwe nîşan bidin. Em dixwazin polîs ji taxa me derkevin.”
'Gel nerihet e’
Rêveberê HDP’a Edeneyê Haci Mûhîttîn Cîhangîr ê ku niştecihê heman taxê ye jî ragihand ku, piştî SEYMER hat dagirkirin û veguherandin qereqolê, gel bi awayekî zêde nerihet e. Cîhan gîr got, ji ber vê gel naçe qahwexaneyên li hawirdora SEYMER’ê û wiha axivî: “Ji ber gel ditirse, naxwaze van pirsgirêkên xwe bînin ziman. Ji xwe Şaredariya Seyhanê li dijî dagirkirina SEYMER’ê ye. Dixwaze polîs ji vê derê derkevin. Gel nerihet e. Ji bo ev nerihetî ji holê rabe, divê demildest polîsên li SEYMER’ê bi cih bûne, derkevin.”
(red)