Helîkopteran welatiyên konan gulebaran kir
23 Cotmeh
10:37
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Leşkerên gefan li gelê ku ji ber talana li Şirnexê di konan de dimînin dixwin, bi helîkopteran derdora konên wan dan ber guleyan.
Li gundê Xerbgê Besta ku dikeve herêma Besta gelê ku ji ber talan û xirakirina Şirnexê koç kirine û di konan de dimînin di saetên derengiya şevê de rastî êrîşa helîkopteran hatin. Di vî gundî de nêzî 30 kes jiyan dikin û hat zanîn ku kes birîndar nebûye. Welatiyên di konan de dijîn diyar kirin ku leşkeran gef li wan xwariye û berê jî bi helîkopteran derdoran wan hatibû gulebarankirin.
Her wiha welatiyan ragihandin ku herî zêde zarokên di konan de dimînin ji van êrîşan bandor dibin û derûniya wan xirabûye.
(kom/no/mb)