Li Hesekê teqîn
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Hesekê di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn.
Li sûka gelêrî ya li taxa Mişêrfê ya Hesekê teqînek rû da. Hate hînbûn ku bi riya motosîkleteke ku berê li ser rêyê hatibû bicihkirin pêk hat. Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê û li vir tên dermankirin.
Li ser buyerê hêzên Asayîşê cihê buyerê dorpêç kirin û sivîl durî cihê buyerê xistin. Paşê Asayîşê li herêmê dest bi lêkolînan kir.
(sa)