DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê li Hewlêrê ye

 
23 Cotmeh
11:30 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Ashton Carter piştî serdana xwe ya Bexda, çû Hewlêrê

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Ashton Carter duh serdana Bexda kir û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin pêk anî. Carter piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û li vir ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li bendê ye ku Carter li gel rayedarên Herêma Kurdistanê ku di nav de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî heyî hevdîtin bike û der barê oprasyona rizgarkirina Mûsilê de guftûgo bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN