Li Kerkûkê şer ji nû ve dest pê kir
23 Cotmeh
12:06
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li taxa Nîda ya Kerkûkê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû da.
Li Kerkûkê roja borî piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajar kiribûn şer qewimîbû. Li bajar hate hînbûn ku şer dîsa dest pê kiriye. Li gorî agahiyan li taxa Nîda ya bajarê Kerkûkê dîsa di navebera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer diqewime.
(sa)