DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şerê li dijî DAIŞ'ê li Hamdaniyê dest pê kir

 
23 Cotmeh
13:55 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Leşkerên Iraqê di çarçoveya operasyona xwe ya kontrolkirina Mûsilê de, li Hemdaniyê dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi şerê kolanan kir.

Operasyona Mûsilê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di roja 7'an de berdewam dike. Heya niha beşek mezin ji taxên qezaya Hemdaniyê ku dikeve bakûrê Mûsilê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatine rizgarkirin û ala Iraqê li ser gelek avahiyan daliqandine. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê , leşkerên Iraqê hewl didin îro tevahiya qezaya Hemdaniyê kontrol bike û ber bi gundê Şore ve pêş bikeve. Li aliyekî din ji balafirên koalîsyonê bi giranî baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombe. Di heman demê de li gor daxuyaniyek ya hêzên hevbeş ên Iraqê di encama bombebarana balafirên koalîsyonê ya li ser çeteyên DAIŞ’ê de alîkarê Ebubekir Bexdadî, Ebu Usame hatiye kuştin. Li gor daxuyaniyê bombebaran li ser navçeya Tilsiqufî ya başûrê Mûsil pêk hatiye û Ebu Usame li gel hinek çeteyên ku li gel wî bûn, hatine kuştin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN