DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Heftenînê şer qewimî

23 Cotmeh
14:52 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Gelîlayên HPG'ê şevê din li dijî noqteyên leşkerî yên li herêma Şehîd Kendal ya çiyayê Heftenînê çalakî pêk anî. Hate hînbûn ku piştî çalakiya gerîlayan herêmên ji aliyê helîkopter û balafirên şer ve hatiye bombebarankirin.

Gerîlayên HPG'ê şevê din li dijî noqteyên leşkerî yên li herêma Şehîd kendal ên Çiyayê Heftenînê ku dikeve ser sînorê di navbera Roboskiya navçeya Qileban a Şirnexê û Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. Derbarê endama çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin û hate hînbûn ku piştî çalakiya gerîlayan helîkopteran gelek leşker danîne herêmê û balafirên şer jî herêm bombebaran kir. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin bombebarana ku şevê din hatî destpêkirin hêj jî berdewam dike.

Her wiha hate hînbûn ku piştî bombebaranê li herêma Nihala Dirêj a ku dikeve pêşberî herêma Şehîd Kendal agir bi daristanan ketiye û ji ber ku destûr nayê dayîn welatî nikarin şewata derketî vemirînin.

(kom/no)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN