DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnameger Ronahî di şerê Şahbayê de jiyana xwe ji dest da

 
23 Cotmeh
16:37 2016

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Ragihandina YPJ’ê Ronahî Omer (Eylûl Nûhilat), li Herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya Endama ragihandina YPJ'ê Eylûl Nûhilat ku li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest daye. Dewleta Tirkiyê erîşên xwe yên asmanî li ser gundawarên Şehbayê û çeperên hêzên YPJ'ê bi dijwarî hîn berdawam dikin. Di encema van êrîşan de, hejmarek ji gelê sivîl û endamên YPJ'ê piştî berxwedaniyeke mezin li hemberî Tirkiyê meşandin jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Eylûl Nûhilat jî di van êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da. Fermandariya Giştî ya Yekîneya Parastina Jin (YPJ) daxuyanî da û diyar kir ku di topbarana herêma Şehbayê, di şeva 20’ê Cotmehê de, Eylûl Nûhilat li gel 14 endamên Eniya Parastina Jinên Şehbayê û Cephet El-Ekrad, jiyana xwe ji dest dane û wiha got: Heval Eylûl yek ji wan jinên ku di destpêkê de, tevlî şoreşa rûmetê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Berî derbasî qada Yekîneyên Parastina Jin bibe, cihê xwe di nav refên YPJ’ê de digirt û weke şevanekê bi hezkirin û coşeke mezin tevlî hemleyên şer dibû û bê teredûd xwe spartibû xebatên şoreşê. Dîsa berî her tiştî xwedî fikreke azad bû. Ew bi kurbûna wê ya dîrokî, netewî û ruhê xwe yê sade û girêdana xwe ya bê dawî bi fedakartiyeke mezin bû sembola jinên ciwan û bû fermandara jiyanê. Di heman demê de, di qada ragihandinê de xwedî roeleke pir mezin bû. Şervana YPJ’ê û endema ragihandina giştî ya Yekîneyên Parastina Jin, ji bo ragihandina rastiya berxwedana şervanên YPJ’ê, Eniya Parastina Jinên Şehbayê û şopandina pevçûn û pêşketinên dawî li wê herêmê, bi sîlah û dûrbîna xwe ve, roleke sereke di vê hemlê de leyîst û bû zimanê dîroka ku li wir tê nivîsandin. Ev rûyê rastî yê jina Kurd ya rojnemevane, ji dîrokê bigire hetanî roja me ya îro, ew her tim çavkaniya rastiyê bû. Bi taybet piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo ragihandina berxwedana jin û hemleyên rizgarkirina axa Rojava, bi şev û roj, di nav têkoşîneke mezin de bû û li ser vî esasî bedelên pir mezin dan. Îro heval Eylûl li ser xeta Arînan û Agiryan bû sembûla jina rojnamevan. Şehedeta heval Eylûl ji bo me, windahiyeke pir mezine, hem weke fermandareke jiyanê û hem jî weke endemeke ragihandinê. Lê belê di heman demê de, şehdeta wê ji bo me, wê bibe sedema bilindkirina têkoşîn û ragihandina azad.

Em di şexsê şehîd Eyûl de, hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û soz didin ku rê û rêbaza şehîd Eylûl bibe çiraya têkoşîna jina rojnamevan û bibe felsefeya me ya ragihandinê. Bi ruhê Arînan, Agiryan û Eylûlan de, emê tim şopdarê riya şehîdên nemir bin, felsefeya jin azad û berxwedana xwe di lotkeya herî bilind berdawam bikin.

Careke din bi rêzdarî hemû şehîdên doza Kurd bi bîr tînin û wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em sersexiyê ji malbata şehîd Eylûl û hemû şervanên YPJ’ê re dixwazin. Heya dawî em şopdarê riya wan in û dirûşmeya “an serkeftin an serkeftin” wê hertim silogana me be.eylul-nuhilat-da-ser-riya-arin-u-agiriyan-5

Rojnameger Ronahî Omer a bi kodê "Eyûl Nûhilat" ji Dêrikê bû û di 20'ê Cotmehê de li Herêma Şehba jiyana xwe ji dest da.

(mae)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN