Cenazeyê Seyfettîn Oynak hat definkirin
AMED (DÎHA) - Cenazeyê Seyfettîn Oynak (Amed Çekdar) ê HPG'î yê li Sertê jiyana xwe ji dest da li Amedê ligel dorpêça polîsan bi dirûşman hat definkirin.
Cenazeyê Seyfettîn Oynak (Amed Çekdar) ê HPG'ê lê li herêma Mawa ya Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Cenazeyê Oynak piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê hat teşhîskirin ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenaze di bin dorpêça wesayîtên zirxî yên polîsan ve anîn gorsitana Yenîkoyê ya Amedê. Bİ sedan wesayîtên zirxî goristan dorpêç kirin. Polîsan bavê Oynak, Mehmet Oynak gazî cem xwe kirin û mudaxaleya duh a li dijî merasîma cenaze bi bîr xistin, xwestin slogan neyê avêtin, al neyê vekirin dê heke wisa nekin dê mudaxale bikin. Piştî wecîbeyên olî cenaze anîn cihê ku bê definkirin. Di meşê de dirûma "Şehîd namirin" hat berzkirin.
Piştî ku cenaze hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat TUncel axivî û anî ziman ku li ser gorê axaftin ji bo siyasetmedaran gelek zehmet e, ciwanên ku dikevin axê tenê windahiyên Kurdistanê nîne, windahiyên Tirkiyeyê ne. Tuncel bilêv kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên şer ve Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe.
Bavê Oynak, Mehmet Oynak jî got ku bila serê serê kurd ê bi namûs sax be û divê dev ji vî polîtîkayên şer berdin.
(sa)