Niha jî li Doskiyê cerdevanan çek danîn
23 Cotmeh
18:36
2016
COLEMÊRG (DÎHA) - Piştî cerdevanên Çelê gotin, "Em li hember zarokên xwe çekê ranakin" û dest ji cerdevaniyê berdan niha jî gelek cerdevanên herêma Doskiya Geverê çekên xwe danîn.
Hat hînbûn ku gelek cerdevanên herêma Doskiya navçeya Gevera Colemêrgê nexwestin tevlî operasyona bibin û çêkên xwe danîn. Li gor çavkaniyên herêmî cerdevanên ku nexwestin di şerê berdewam dike de bikevin çeperên pêş rastî heqareta leşkeran hatine. Li ser vê yekê cerdevanan çekên xwe di çeperan de hiştine û ji herêma operasyonan çûne. Derbarê hejmara cerdevanên ku çekên xwe danîne agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Duh jî li gundê Aşûtê yê Çelê 83 cerdevanan tevlîbûna operasyonan qebûl nekiribûn û çekên xwe danîbûn.
(no)