DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Derbarê Balûken û Aydogan de lêpirsîn

 
23 Cotmeh
21:28 2016

AMED (DÎHA) - Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê parlementerên HDP'ê Balûken û Aydogan de bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Oynak bûne lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Wekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan de bi hinceya tevlî merasîma cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Seyfettîn Oynak (Amed Çekdar) yê ku li Sêrtê jiyana xwe ji dest dayî bûne lêpirsîn da destpêkirin. Hate hînbûn ku dozgeriyê bi îdeaya, "propagandaya rêxistinê kirine" derbarê Balûken û Aydogan de lêpirsîn vekiriye.


Di 2 rojan de 2 lêpirsîn

Her wiha duh jî derbarê Aydogan de bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê ku li Erziromê jiyana xwe ji dest dabû bûye lêpirsîn hatibû destpêkirin.

(no)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN