DAIŞ'ê ji 5 aliyan ve êrîşî Şengalê kir
24 Cotmeh
08:58
2016
ŞENGAL (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ’ê saet di 05:00’ê serê sibehê de li Şengalê ji 5 aliyan ve êrîş kirin. Şerê li Şengalê didome.
Li gor nûçeyên ajansa ROJNEWS'ê li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê saet di 05:00’ê serê sibehê ji 5 aliyan ve êrîşê gundên Şengalê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşê gundên Til Qasab, Rambosî, Kizil Kent û gundên Solaqê û kargeha çîmentoyê ya Şengalê kirin, hêzên pêşmergeyan xwe paşda kişandin û niha bi çekên giran şer didome. Li aliyê din hat zanîn ku balafirên koalîsyonê çeperên çeteyên DAIŞ’ê bombe dike. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo xwe ji balafiran biparêzin, li tevahî herêmê dest bi şewitandina lastîk û petrola xam kirine.
(mae)