DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Karkerên înşeatê: Avahiyên ku em çêdikin dibin gora me

 
24 Cotmeh
09:06 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Karkerên înşeatê diyar kirin ku bi saya avahî û balexaniyên ku ew çêdikin patron serwetekî mezin qezenc dikin ji bo wan jî dibe gor xwestin ku ji bo ewlehiya canê karkerên înşeatê bê girtin kontrol bên zêdekirin.

Karkerên înşeatê yên ku li taxa Susanoglu ya navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê dixebitin bêyî ewlehî dixebitin û diyan kirin ku xeteraya wan a bibin qurbarî cîneyata kar heye. Karkerê bi navê Murat Uzunsoy anî ziman ku pêşiya ji sedî 90 qezayên kar dikare bêgritin û heke tedbîrên rehet bên girtin qeza dê nîvî nîv kêm bibe. Uzunsoy destnîşan kir ku 20 sal in di karê înşeatê de dixebite û gelek hevalên wî di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane, wî jî gelek caran qeza derbas kiriye, di qezaya dawî de ji qatê 3'yemîn ketiye.

'Li nexweşxaneyê qezayê dersabî qeydan nakin'

Uzunsoy bilêv kir ku li înşeatan karkerên ku bê sîgorte tên xebitandin gelek in ji ber cînayetên kar xebata bê sîforte nîvî nîv kêm bûye. Uzunsoy destnîşan kir ku her karger bi nexweşxaneykî re dixebite dema ku qeza çêdibe karkeran dibin nexweşxaneya taybte, sedema vê yekê jî negirtina qeyda qezayê ye bi vî rengî riya darazê jî tê girtin.

'Heke tedbîr bihata girtin dê gelek hevalên me bi re bûn'

Veysel Karataş ê ku 15 sal in di înşeatan de dixebite jî anî ziman ku piştî xebata bêqûral û sist belav bû karker jî dimirin. Karataş got ku Tirkiye yek ji welatên ku zêde cînayetên kar çêdibe ye û wiha axivî: "Min gelek hevalên xwe winda kir. Hostayê min ê ku ev kar hînî min kir jî di qezayê de mir. Parton ji ber daxwaza kar tedbîran negirin ji ber vê yekê min gelek hevalên xwe winda kir. Heke tedbîr bihata girtin niha ew hevalên min bi mere bûn."

'Avahiyên ku çêdikin dibin gora me'

Karataş ê ku gotina "avahî û balexaniyên ku em çêdikin ji bo patronan serwetê tîne, ji bo me jî dibe gor" bi kar anî diyar kir ku dewlet li şûna ku pêşiya cînayetên kar bigire karkeran sûcdar dike. Karataş destnîşan kir ku li kargehan baş kontrol nayê kirin, lê dema ku ji bo kontrolê tên jî qadên xebatê nabînin û diçin, heke dewlet naxwaze karker bimirin divê kontrola zêdetir bike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN