DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Riyên gundan bûye qûla xiltê kor

 
24 Cotmeh
09:07 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Çalên ku li riya navenda Erdemliyê bi 10 gundan ve girê dide çêbûne wekî ku qûla xiltê kor in. Şaredariyên Mêrsîn û Erdemliyê beriya hilbijartinê ji bo çêkirina rê soz da lê welatiyan gundan diyar kirin ku piştî hilbijartinan wekî muxabat nehatine girtin.

Riyên gundên Aslanli, Usametlî, Veysellî, Yenîyurt, Tapurelî, Alîbey, Elbeylî, Yagdag û Cicikliyê yên bi ser navçeya Erdemlî ya Mêrsînê ji ber çalên ku çêbûne wekî bûye qula xiltên kor. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê beriya hilbijartinên herêmî ji bo çêkirina riyan soz da lê piştî hilbijartinan soza xwe ji bîr kir, riyên ku hatine ji bîr kirin gundiyan bêzar dike. Welatî ji bo ku bikaribin bên anvenda Erdemliyê her roj bi saetan di rêde dimînin. Welatiyan xwestin ku şaredarî li ser vî karî bisekine.

'Divê şaredarî soza xwe bi cih bîne'

Ajokarê bi navê Niyazî Over ê di navbera Erdemlî û gundan de diçe û tê diyar kir ku bi dehan caran ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û Şaredariya Erdemliyê re daxwazname nivîsandine lê Şaredariya Bajarê Mezin bêyî ku xebatên binesaziyê bike tenê asfalt li ser rê kiriye û di nava du hefteyan de xira bûye û rê bûne wekî qûla xiltên kor. Over got ku beriya hilbijartinan soza çêkirina riyan hatiye dayîn û deng hatiye komkirin lê sozên ku hatine dayîn bi cih nehatiye, xwest şaredarî bihistiyar tevbigere û sizo xwe bicih bîne. Over got ku ji ber rê gelek caran di rê de bi saetan asê dimînin.

Havînê toz zivistanê herî

Welatiyê bi navê Aydin Yaşar ê li gundê Tapurelî dijî jî wiha got: "Di her hilbijartinê de soz dide lê piştre ji bîr dikin. Em dixwazin sozên ku didin bi cih bînin. Yaşar anî ziman ku dema diçin û tên gelek zehmetî dikişînin û wiha got: "Havînê dê toz e zivistanê jî dibe herî. Her mehên salê li zeviyan karê me çêdibe. Gundî mecbûr in vî riyê bi kar bînin. Ji ber rê xirab in gelek qeza çêdibe."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN