DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevseroka TYS'ê bang li nivîskaran kir: Werin ser hişê xwe

 
24 Cotmeh
09:08 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevseroka TYS'ê Suna Aras, bang li nivîskaran û helbestvanan kir û wiha got: "Dibêjin ku axa mirî avêtine ser me. Werin ser hişê xwe. Em di rewşek ne baş dene. Îro kîlîta li devê me xistine dê sibe li dilê me jî bixin."

Di rojên borî de Sedîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) di daxuyaniya nivîskî ya dayî de diyar kiribû ku odeya di sala 1995'an de bi peymana Wezareta Çandê ji wan re hatibû dayîn ji aliyê wezaretê ve hatiye betalkirin û deriyê odeyê girtiye. Seroka TYS'ê Suna Aras, diyar kir ku avakirina dîwarê li dijî sendîkaya ku nivîskarên Yaşar Kemal, Azîz Nesîn, Bekîr Yildiz û Adalet Agaoglu têde hene ne tasadufe.

Aas, rewşa Tirkiyeyê ya niha bi gotina "Ewrên tarî dora me dorpêçkirine" pênase kir û wiha got: "Hemû ewraqên me di hundir de man. Ji bo deriyê odeyê negirin me heta demekê li ber xwe da lê piştre polîs hatin û nasnameyên me kontrol kirin. Xwestin ku em îspat bikin ka em endamên sendîkayê ne yan na. Em derxistin û piştre dîwar çêkirin."

Aras, bi bîrxist ku li aliyekê dîwar li ber deriyê sendîkayê avakirin û li aliyê din nivîskar hatin giritn û wiha pêde çû: "Em vê wekî kîlît li mafê azadiyê dane penase dikin. Li aliyekê kesên ku aştiyê dixwazin, mafê mirovan diparêzin û li hemberî wan disekinin tên girtin û li aliyê din kesên ku li dijî vana bêdeng dimînin hene. Li hemberî çapemenî û xwe îfadekirina azad zext hene. Em dihizirin ku em ketine pêvajoya dîktatoriyê. Dixwazin pergala serokatiyê bînin. Ji xwe niha bi awayekî fîîlî pergala serokatiyê di dewrê de ye. Tenê li ser kaxez û di qanûnê de ne hatiye bicih kirin û niha vê bicih dikin. Girtina nivîskarekê tê wateya ku tu ziman, pênûs û nêrîna wî ji wî digirî. Lê ev ne mimkûne. Beriya ez bêm vir min nivîsa Can Dundar xwend. Parêzerek çûye hevdîtina Necmiye Alpayê. Necmiye gelek xemgîn bûye. Dema parêzer dipirse çima tu xemgînî? Bersiva 'Ez ji bo Kolombiyayê xemgîn dibim. Çima aştî red kirin?' nivîskarî tiştek wihaye. Hûn dikarin wê bixin girtîgehê de lê dilê wê ji hemû cîhanê re vekiriye."

Aras, derbarê bêdengiya nivîskar û aliyên muxalif ên li hember tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn wiha nirxand: "Dema li cihekê gulek jî bê jêkirin divê canê helbestvan û nivîskar biêşe. Bajarên kurdan hemû hilweşandin lê niha ji me xurtirin. Ji ber ku li wir têkoşînek heye. Şerê man û nemanê tê dayîn. Em di rewşek xiraptir dene. Dibêjin ku axa mirî avêtine ser me. Em bêdengin. Divê em tiştekê bikin. Ger azadiya ramanê tunebe ez ê çawa binivîsim, ez ê çawa xwe îfade bikim. Azadiya ramanê te wateya ziman û xwe îfadekirinê. Ger ev ji min bên girtin ez ê xwe mirov nehesibînim. Ji ber wê divê em li ber xwe bidin. Pêvajoya 12'yê Îlonê pêvajoyek hovane bû lê min pêvajoyek wekî vê pêvajoyek reş ne dîtiye. Em ê çi bikin? Em ê tişta bê kirin bi hevre bibînin. Werin ser hişê xwe. Em bi rastî di rewşek ne baş dene. Îro kîlîta li devê me xistine dê sibe li dilê me jî bixin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN