Sûriyeyî: DAIŞ Tirkiye ye, Tirkiye jî DAIŞ e
MÊRSÎN (DÎHA) - Welatiyên Sûriyeyê li hemberî "Operasyona Mertalê Firatê" ya li dijî Rojava daye destpêkirin bi gotina "DAIŞ Tirkiye ye, Tirkiye jî DAIŞ e" nerazîbûna xwe nîşan dan.
Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê li Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirin li hemberî "Operasyona Mertalê Firatê" ya li dijî Rojava hatiye destpêkirin nerazîbûn nîşan dan. Welatiyê bi navê Rêzan Mustafa yê ji Kobanê ye diyar kir ku DAIŞ çi be Tirkiye jî ew e, Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê xwedî kiriye êrîşî Kobanê kiriye, niha jî heman tiştî li dijî herêma Şehbayê pêk tîne û tevgerekî dagirkirinê daye destpêkirin. Mustafa destnîşan kir ku têkîliya Tirkiyey3e bi çeteyên DAIŞ'ê yên ku axa Rojava dagir kirine ve heye û wiha axivî: "Ne Tirkiye ne jî keriyên kujer ên çeteyên DAIŞ'ê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan dikare azadiyê bide. Ya ku azadiye bîne artêşa gel YPG û YPJ ye."
'Pêdiviya me bi Tirkiyeyê tuneye'
Welatiyê bi navê Mahmud Îso yê ji Ezazê ye jî anî ziman ku tu pêdiviya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê tuneye, ew di navbera DAIŞ û çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide de dimînin, wan fikirîne ku çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide bi merhemet in lê piştre dîtine ku tu ferqa wan ji çeteyên DAIŞ'ê tuneye. Îso destnîşan kir ku Tirkiye welatê herî durû yê cihanê ye û wiha axivî: "Li derve wekî ku bi DAIŞ'ê re şer dike lê bi hemû derfetên xwe ve ve ji bo DAIŞ'ê seferber dibe. Ji bo vê yekê gelê xwe jî nas nake."
'Em Tirkiyeyê li welatê xwe naxwazin'
Hozan Mustafa jî diyar kir ku ew Tirkiyeyê li welatê xwe naxwazin, Tirkiye û çeteyên wî axa pîroz qirêj dikin. Mustafa bilêv kir ku beriya 4 salan hatiye Tirkiyeyê û nîvî malbata wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin, nîvê wan jî li hemberî çeteyên ADIŞ'ê şer dikin. Mustafa got ku li Sûriyeyê sedama şer Tirkiye ye. Mustafa anî ziman ku "Operasyona Mertalê Firatê" ya ku Tirkiyeyê daye destpêkirin çeteyan rehet dike, çete bi vî rengî bêhnê digirin, hedefa esasî kurd in. Mustafa xwest ku hemû kes li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe ser piyan.
(sa)