‘Erdogan û AKP çapemeniyê pasîvîze dikin’
ENQERE (DÎHA) - Serokê Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem yê Enqereyê Can Guleryuzlu bal kişand ser êrîş û zordariyên ku li hemberî çapemeniyê tên kirin û got ku ji avakirina Komarê heta niha li hemberî çapemeniya mûxalîf û kurd êrîş hene lê di dema AKP’ê de ev êrîş derketin asta herî jor.
Hikûmeta AKP’ê û Serokomar Erdogan di sala 2002’an de heta niha li hemberî çapemeniya mûxalîf û kurd çapemeniyek li gorî xwe ava kiriye û li gorî berjewendiyên xwe çapemeniyê rêve dibin. Ji ber ku çapemeniya mûxalîf û kurdli dijî çapemeniya Erdogan û AKP’ê tevdigere, rastiyên civakê derdixin holê û raya giştî re parvedikin dibin hedefa Erdogan û AKP’ê.
Bi taybet jî piştî îlankirina OHAL’ê li hemberî çapemeniya mûxalîf û kurd êrîş zêde bûne. Serokê Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem yê
Enqereyê Can Guleryuzlu têkildarî êrîşên ku li dijî çapemeniya mû'xalîf û kurd de nirxandin kirin û diyar kir ku polîtikaya AKP’ê de tê dîtin ku AKP û Erdogan dixwazin çapemeniya li dijî wan difikire pasîvîze bike.
'Politîkaya îxtîdarê ya li hemberî fikrên cûda'
Guleryuzlu da zanîn ku bi taybet çapemeniya kurd her tim di hedefa hikûmetan de bûye û wiha axivî: “Piştî îlankirina OHAL’ê û operasyonên rêxistina FETO de çapemeniya mûxalîf jî bû hedefa hikûmeta AKP’ê. Lê li hemberî çapemeniya kurd bi salan e êrîş berdewam dikin. Niha rewşek awarte li holê ye. Hikûmeta AKP’ê û Erdogan vê rewşê dikin hincet û radyo, televîzyon û rojnameyan digirin. Ev jî politikaya siyaseta wan a li dijî fikrên cûda ye. Girtina 23 televîzyon û 11 radyoyan politîkaya wan bi awayekş zelal derdixe ber bi çavan.”
'Gelek rojnameger bêkar man'
Guleryuzlu destnîşan kir ku di bin navê operasyonên rêxistina FETO û OHAL’ê de gelek kes hatin girtin û binçavkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li gorî daneyên dawî de piştî îlankirina OHAL’ê heta niha 118 weşangeriyên çapemeniyê hatin girtin, 184 xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin, 56 rojnameger hatin girtin, û qarrtê gelek rojnamegeran hatin îptalkirin û gelek rojnameger bê kar man.”
‘Desthilatdar her tim rastiyan berovajî dikin’
Guleryuzlu bi lêv kir ku îxtîdar çiqas çapemeniyê bêxe bin destê xwe ewqas hêza îxtîdara xwe qehîm dike û axaftina xwe wiha domand: “Hikûmetên ku dixwazin hêza xwe qehîm bikin di destpêkê çapemeniyê derdora xwe kom dikin û li gorî berjewendiyên xwe çapemeniyekê ava dikin. Hikûmetên ku desthilatdariyê diparêzin û her tim rastiyên civakê berovajî dikin û naxwazin tu kes rastiyên civakê bibîn e. Em vê helwestê di sala 2002’an de di dema avakirina AKP’ê de bi awayekî zelal dibînin.”
‘Azadiya çapemeniyê azadiya me ye’
Guleryuzlu got ku azadiya çapemeniyê mafê parastina gelan e û wiha pêde çû: “Piştî hewldana darbeyê mafê rastiyên civakê hatin binpêkirin û li hemberî çapemeniya azad darbe hat kirin. Çapemeniya Azad azadiya me hemûyan e. Dema ku dibêjin darbe darbeya leşkerî tê bîra mirovan. Lê darbe tenê leşkerî pêk nayên. Em dibînin ku li hemberî fikrên cûda jî darbe tên kirin mînak ber bi çavan e. Kesên ku cûda difikirin rastî darbeya îxtîdarê tên.”
‘Pêwistî bi rêxistinek xurt heye’
Guleryuzlu anî ziman ku ger çapemenî bi awayekî hêz xwe bi rixêstin bike tu kes li hemberî çapemeniyê nikare tiştekê bike û wiha der birî: “Çapameniya ku bi awayekî hêz xwe rêxistin neke her tim teslîmî îxtîdarê dibe. Lê dema ku hêza xwe nîşan da û bi rixêstinkirinekî mezin kir tu kes nikare dengê çapemeniyê qut bike. Ya dikeve ser milên me jî ew e ku em bibin yek û ji hev hêz bigirin teslîmî îxtîdaran nebin.”
‘Çapemenî hêzê ji gel digire’
Guleryuzlu axaftina xwe van gotinan bi dawî kir: “Divê ku ne tenê ji aliyê çapemeniyê mirov xwe xurt bike. Ger gel destekê nede çapemeniyê hêza çapemeniyê tu cara dernakeve holê. Lê gel destekê bide çapemeniyê tu caran tu kes nikare mafê çapemeniyê yê demokrat ji destê wan bistîne. Azadiya çapemeniyê girêdayî hêz û piştgiriya gel a çapemeniyê ye.”
(fd/mae)