DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Giyadînê amadekariyên zivistanê dest pê kir

 
24 Cotmeh
09:11 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Giyadînê welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê welatiyan bi sarbûna hewayê û nêzîkbûna zivîstanê re dest bi amadekariyan kirin. Welatiyên ku li gundan dijîn ji bo xwarin û sotemeniyê amadekariyên xwe didomînin li aliy3e din jî gerimên ku çandibûn dihêrin, li aliyekî jî li zeviyan ji bo turşiyê sebzeyên ku çandibûn kom dikin. Li gundê Sutrkanê welatiyê bi navê Faruk Karademîr diyar kir ku her sal heman amadekariyan diin. Karademîr destnîşan kir ku di amadekariyên zivîstanê de hêrandina genir di rêza yekemîn de ye û wiha got: "Îsal ji bo ku biçînim 120 teneke gerim anîbû. Hin malbat li gorî nifusên xwe 50 an jî 100 teneke genim dihêrin." Karademîr diyar kir ku genimên ku dihêrin mahsulên wan ê esasî ye û wiha axivî: "Tenê ne ji bo xwe ji bo sewalên xwe jî amadekariyê dikin. Her kes li gorî pêdiviyên xwe amadekariyê dikin."

Amadekarî heta meha mijdarê didome

Turan Polat ê ku kartolê çandibû kom dike jî anî ziman ku zivistanê herî zêde kartol tê xwarin ji ber vê yekê jî ji navçeya Xelatê ya Bedlîsê kartol kiriye. Polatli got ku ji bo ard jî genim dihêre, amadekariyên wan heta mijdarê bi wî rengî dê bidome.

Turşiyên xwe amade dikin

Abdulhadî Işik jî anî ziman ku hemû amadekariyên wan bi dawî bû, sebzeyên ku ji bo turşiyê çandiye kom dike û dest bi çêkirina turşiyê kiriye. Işik got ku herî zêd zivistanê turşî tê xwarin û wiha got: "Em bixwe amade dikin. Bi taybetî jî turşiya malê zivistanê tê xwarin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN