DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo girtiyê nexweş bangawaziya lezgîn

 
24 Cotmeh
09:12 2016

WAN (DÎHA)- Girtiyê bi navê Îrfan Ozeken ê ku nexweşê epîlepsiyê ye bangawaziya lezgîn: "Heke li nexweşxaneyekî neyê dermankirin krîza ku derbas bike dibe bi mirinê encam bibe."

Piştî ku hikûmeta AKP'ê bi hewldana darbeyê re OHAL îlan kir li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe zêditir dibe. Rewşa girtiyên nexweş jî girantir dibe. Li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê girtiyê bi navê Îrfan Ozeken ê ku nexweşê epîlepsiyê ye rewşa wî girantir dibe. Hevalê wî Encan Îşcan têkîldarî rewşa Ozeken name nivîsand û diyar kir ku rewşa Ozeken her diçe girantir dibe banga bihistiyariyê kir.

2 caran kirîza dil derbas kir

Îşcan diyar kir ku Ozeken beriya demekî ji Şirneşê sirgunî Orduyê hatiye kirin û piştî îlankirina OHAL'ê gelek girtiyên nexweş anîne û rewşa piraniya wan jî giran e. Îşcan destnîşan kir ku Ozeken ji ber ku rewşa wî giran e ancax dikare bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê ve jiyana xwe bidomîne heta niha 2 caran krîza dil derbas kiriye û wiha got: "Heval hem nexweşê epîlepsiyê ye hem jî nexweşiya bêhntengiyê pê re heye. 2 caran krîza dil derbas kir. Herî dawî dema ku ket krîsa epîlepsiyê krîza dil jî derbas kir. Me got qey mir. Li vir nexweşxaneya ku her tişt heye tuneye heta ambulans tê demeke dirêj derbas dibe."

Dibe ku di kirîza din de jiyana xwe ji dest bide

Îşcan got ku têkîldarî mijarê daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandine lê berisva "ev ji destê me tê" dane wan, divê Ozeken li nexweşxaneya ku her tiştên wî heye bê dermankirin. îşcan got ku heke li nexweşxaneyekî hemû tişt heye neyê dermankirin krîza wî ya epîlepsiyê dibe bi mirinê encam bibe.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN