Îfadeyên malbatan diguherînin
ŞIRNEX (DÎHA) - Îfadeyên malbatên ku zarokên wan di qedexeyên Cizîrê de hatîn qetilkirin ji aliyê dozgeriyê ve tên guhertin. Dayîka bi navê Gulê Înedî ku kurê wê hatibû qetilkirin diyar kir ku wê di ifadeyê de gotiyê, " dewleTê kurê min kuştiyê" û ev gotinên wê ji aliyê dozgeriyê ve nehatine nivîsandin.
Dozgeriya Cizîrê derbarê kesên ku di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de îfadeyên xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayî werdigire. Derket holê ku dozgeriya îfadeya dayîka Abdûllah Înedî yê ku di 16'ê çileyê de hatî qetilkirin, Gulê Înedî bi temamî nenivîsiye. Dayîka Gulê Înedî diyar kir ku li ser daxwaza dozgeriyê roja 19'ê cotmehê ew û bûka xwe çûne adliyeyê û dozger pirsîn weke, "Kurê te kê kuştiye" û "Çawa hatiye kuştin" jê kirine.
'Kurê min dewletê kuştiye'
Gulê Înedî destnîşan kir ku di îfadeyê de dozger pirsa, "Kê kurê te kuştiye" kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema ev pirs ji min kir, min jî got dewletê kurê min kuştiye. Her wiha min got ez kesên kurê min kuştine gilî dikim û dixwazim ew werin cezakirin."
'Dozger îfadeya min nexiste girtekê'
Gulê Înedî da zanîn ku piştî îfadeya xwe daye û hatiye malê pê agahdar bûye ku îfadeya wê hatiye guhertin û wiha pêde çû: "Dema me li girteka ku dozger da me nêrî, min dît ku tiştên min gotine nehatine nivîsandin. Di girtekê de berevajî îfadeya min hatiye nivîsandin ku, 'Ez nizanim kurê min kê kuştiye û derbarê vê mijarê de fikrek a min tuneye. Ez dixwazim kesên berpirsyar werin darizandin'. Îfadeya min bi vî awayî hatiye guhertin."
'Ez dev ji cezakirina berpirsyaran bernadim'
Gulê Înedî herî dawî got ku ev tişta hatî kirin ne şaşiyeke ji rêzê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dozger, Dadgeh û polîsan dest dane hev û dixwazin JOH'an POH'an û dewletê paqij bidin nîşandin. Ez dixwazim kesên kurê min kuştine werin darizandin. Çi dibe bila bibe ez dev ji vê dozê bernadim. Ez ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidim û ji bo darizandina wan kesan têbikoşim."
Dozger: Ez tiştên hatin gotin binivîsim jî...
Parêzera malbata Newroz Ûysal derbarê mijarê de got ku wan ji bo carek din îfade were sitendin îtîraz kiriye û ev tişt gotin: "Ji bo îtîrazê ez çûm dozgeriyê. Lê ji ber ku dozger di lêpirsînê de bû min nekarî pêre hevdîtinê bikim. Dema ku min girîngiya mijarê ji katîp re got dozger bi riya katîp bersiva, 'Tiştên ne gelekî girîng min nexistine girtekê' da."
Ûysal diyar kir ku tişta ji bo lêpirsînê girîng dozger girîng neditiye û wiha dawî da axaftina xwe: "Dema ku min ji katîp re got ez tişt ji bo me gelekî girîng e û divê di girtekê de were nivîndan dozger cardin bi rêya katîp bersiva, 'Ez van gotinan têxim girtekê jî dê ji aliyê dadgeran ve neyên dîtin' daye."
(kom/no)