Dayîka Ûgûr: Kujer cara duyem e tên xelatkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Dayîka Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymaz bertek nîşanî navlêkirina kujerê kurê xwe ya pirê da û wiha axivî: "Ez kesên ku navê kujerê kur û hevjînê min dane pirê lanet dikim. Ev bû cara duyemîn ev kujer tê xelatkirin."
Di 21'ê mijdara 2004'an Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hatibû qetilkirin û yek ji kujerên Kaymaz Serdar Gokbayrak ê di hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dayî bû. Beriya 2 rojan li Kocaeliyê navê Yaşafettîn Açikgoz ku piştre navê xwe kiribû bi tevlîbûna Parlementera AKP'ê Radiye Sezer Katircioglû û Şaredarê Kocaeliyê li pirekê hat kirin.
'Qetilkirina zarokên me ne bes e navê kujeran li piran dikin'
Dayika Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymaz bertek nîşanî navlêkirina pirê ya kujerê kurê xwe da û wiha axivî: "Ev bû cara duyemîn ev kujer tê xelatkirin. Zarokê min ê 12 salî terorîst îlan kirin, lê ew polîsê kujer 13 gule li zarokê 12 salî reşand qehreman hat îlankirin. Ev ne bes e êdî navê van kujeran li hewirdoran û piran dikin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Ez vê yekê lanet dikim."
'Êdî bila zarok bes bên kuştin'
Dayik Kaymaz got ku tu carî dev ji doza xwe bernade û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em zarokên xwe ji bo ku dewlet wan bikuje naînin dinê û wan xwedî nakin. Hevserê min Ahmet û kurê min tu sûcê wan tune bûn. Em dayik êdî naxwazin tu kes bimire. Ne gerîla, ne polîs û ne jî leşker êdî bila neyin kuştin. Êdî bila ev şerê qirêj bi dawî bibe. Aştî were, aramî were. Êdî bila zarok bes bên kuştin."
(kom/no)