Navenda 'cazîbeyê' bû abîdeya şermê
RIHA (DÎHA) - Dêra Gurmşê ya li Rihayê ku rayedaran digotin dê bikin "navenda cazîbeyê" ji ber xemsariyê bû abîdeya şermê.
Dêra Gurmuşê ya ku li Rihayê tê texmînkirin ku di sedsala 19'emîn de 10 kîlometre durî bajar hatiye çêkirin mehên borî wekî axur hatiye bikaranîn lê piştî ku ev di çapemeniyê de derketibû deme kin tadîlat hatibû kirin. Ligel ku qada parastinê ye jî xebatên ku ji bo Dêra Germuşê hatiye destpêkirin di şekil de ma û nîvî hat hixtin. Dêra ku mehên borî wekî axur hat bikaranîn bûye hedefe defineger û kesên ku tên pîknîkê jî.
Dêra ku ji ber ku nayê parastin ji ber agirê ku kesên tên pîknîkê vedixin zirarê dibîne jibilî vê jî defînegeran bi kalondinê her der texrîb kirine. Dêr niha wekî qada înşeatê ye.
Di 2014'an de Daîreya Bajarvanî û îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê gotibû ku ji bo dêrê Wezareta Çand û Turîzmê projeyek amade kiriye û proje hatiye asta dawiyê. Ligel ku evwas dem derbas bû jî rewşa dêrê xirabtir bû. Xebatên ku hat gotin dê bibe navenda cazîbeyê ji ber xemsariyê bû wekî abîdeya şermê.
Dêra ku li sînorê gundê Gurmuşê ye li qontara çiyayê Germûşê ku 10 kîlometre bakur rojhilatê Rihayê ye û ji ber ku tiştekî nivîsandî tuneye nayê zanîn ku kengî hatiye çêkirin.
(sa)