Li Erdîşe piştî erdhejê karaseta duyem qeyûm
WAN (DÎHA) - Qeyûm Şîrîn Yaşar ê ku tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin bi pêkanînên xwe ve welatiyên navçeyê bêzar kir, piştî erdheja ku di 2011'an de qewimî wekî bû karaseta duyem a navçeyê.
Pêkanînên Qeyûm Şîrîn Yaşar ê tayînî Şaredariya Erdîşê kir, gel bêzar dike. Ji ber ku êdî şaredarî kiriye wekî qereqolê û ketin û derketin di bin kontrola polîsan de ye, welatî bêzar in. Welatiyan diyar kirin ku dema ji bo pêdivî û pirsgirêkên taxan diçin şaredariyê ji aliyê tîmên taybet ve bi çekan tên pêşwazîkirin.
'Vîna me di bin îpotekê de ye'
Welatiyê Erdîşê Şahin Tokay anî ziman ku piştî erdheja 23'ê Cotmeha 2011'an dewletê helwest danîye ser Erdîşê û wiha got: "Piştî qeyûm hat dayînkirin xizmet rawestiya. Êdî tiştek nayê kirin. Berê rêyên me dihatin çekirin, paqijî dihat kirin. Dîsa ji bo kar û îmzeyek fermî bi rojan em diçin şaredariyê û tên. Lê kes bersîvê nade me. Muhatap tune. Çapemeniyê û muxalifan bêdeng dikin. Vîna me di bin îpotekê de ye."
Esnafê navçeyê Abdullah Balkan jî anî ziman û piştî qeyûmê gelê navçeyê nikarin pirsgirên xwe ji şaredariyê re bêjin. Dema em diçin şaredariyê em rastî pêkanînên xerab tên. Dema em diçin hundir jî em qeyûmê li cihê wî nabînin.
Xebatkarên şaredariyê di bin gefan de ne
Xebatkarê şaredariyê ku navê xwe neda jî anî ziman ku her dem li koorîdarê şaredariyê polîs hene û ji ber polîsan nikarin karên xwe jî bikin. Xebatkar, da zanîn ku polîs car caran bi çekên xwe gefan li wan dixwin û wiha got:"Welatiyên tên şaredariyê di bin tundiyê dene. Nikarin bi aramî xwe bînin ziman. Şaredarî ketiye bin destê AKP'ê.
Li Şaredariyê dem dema
Xebatkarekî din yê şaredariyê jî anî ziman ku êdî qeyûm tenê îhale û karê şaredariyê dide kesên derdorê xwe û kesên xulamtî û xizmeta wan dikin bêtir xwe bi wan şêrin dikin. Xebatkar, da zanîn ku dema berê pênûsek bihata kirîn îhaleya wê bi hemû gelê navçeyê re dihat parvekirin, lê niha kesên nêzî AKP'ê dikevin îhaleyê.
(mae)