Ji bo grevên birçîbûnê banga bihistiyariyê
SEMSÛR (DÎHA) - Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê li dijî binpêkirinên mafan ketine greve birçîbûnê ji bo girtiyan banga bihistiyariyê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê greva birçîbûna ya ku girtiyan di 30'ê îlonê de bi komên 5 kesan ve bi awayekî dorveger dabûn despêkirin didome. Pêkûtiyên li girtîgehê malbatan dixe nava fikaran.
Hevsera Îzzet Karadag, Semra Karadag diyar kir ku piştî hewldana darbeyê pêkûtî zêde bûne û wiha axivî: "Hevdîtina bi telefonê ya hefteyê carekî derxistine du hefteyan, hevdîtina vekirî ya mehane jî derxistine 2 mehan. Rojnameyên muxalîf ên wekî Azadiya Welat nayê dayîn. Qapasîtiye girtîgehê pir tijî ye. Rojê 2 caran di bin anvê kontrolê de bi ser qawîşan de tê gritin. Di derketina revîrê û derman de pirsgirêkan dijîn. Aktîvîteyên hevpar bi awayekî kêfî tê astengkirin."
Malbat tên cezakirin
Karadag a nirxandina "Tenê ne girtî malbat jî tên cezakirin" kir wiha berdewam kir: "Malbat rojên hevdîtinê bi hincetên pûç paşve tênv egerandin. Cihê ku malbat tên rawestandin û lêgerîn tê kirin qet paqij nîne."
Karadag got ku ji ber van pêkanînan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha berdewam kir: "Ji bo şert û merc bên guhertin em dixwazin raya giştî li hemberî binpêkirinên mafan bihistiyar bin."
Yeter Yorulmaz jî anî ziman ku dema ku çûye girtigehê ji ber tengasiyên ku dikişînin hevserê xwe yê li girtîgehê bi zorê nas kiriye û wiha got: "Em pêkûtiyên li ser girtiyan fêm nakin. Wekî ku girtiyên siyasî hewldana darbeyê kirine rastî pêkûtiyan tên. Yên li girtîgehan vê yekê heq nakin."
(sa)