20 xwendekar ji wargehê hatin avêtin
24 Cotmeh
11:44
2016
WAN (DÎHA) - Li Wanê 20 xwendekar ji ber ku buhayê xwarinan şermezarkirine ji wargehê hatin avêtin.
20 xwendekarên ku li Wargehên Saziya Krediyê yên li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dimînin ji ber ku buhayên xwarinan şermezar kirine ji wargehan hatin avêtin. Xwendekaran di 15'ê cotmehê de ji ber ku buhayê xwarinê zêde bû çalakî li dar xistin. Xwendekar bi biryara rêveberiyê ji wargehan hatin avêtin.
(sa)