DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyê nexweş Aktaş: Gav bi gav nêzî mirinê dibim

 
24 Cotmeh
13:09 2016


WAN (DÎHA)
- Girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha T3ipa R a Menemenê dimîne û hardu destên wî jî tuneye di telefonê de ji bavê xwe re gotina "ez gav bi nêzî mirinê dibim" bi kar anî.

Rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dimîne û hedru destên wî tuneye, di heman demê de nexwaşiya koahê pê re heye her diçe girantir dibe. Bavê Aktaş, Tah3ir Aktaş diyar kir ku di hevdîtan telefonê de kurê wî gotina "ez gav bi gav nêzî mirinê dibim" bi kar aniye. Aktaş anî ziman ku ligel ku Saziya Tiba Edlî rapora "nikare li girtîgehê bi tena serê xwe bimîne" daye jî nayê berdan û rewşa kurê wî her diçe girantir dibe. Akbaş wiha got: "Ergîn tenê kurê min nîne, ew kurê hemû welatparêzên bi wijdan e. Li vir ez di serî de bang li ÎHD'ê û rêxistinên civakî yên sivîl, hemû kesên bi wijdan dikim. Ergîn dibe ku bimire. Kesên ku niha ji bo Ergîn tiştek nekirin, piştî ku mir bila xwedî dernekevin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN