DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nûnerê Obama Mcgurk çû Başûr

 
24 Cotmeh
13:18 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Ashton Carter li başûrê Kurdistanê û Iraqê hin hevdîtin pêk anî vê carê jî Nûnerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama Breet Mcgurk çû Başûr.

Piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Ashton Carter li başûrê Kurdistanê û Iraqê hin hevdîtin pêk anî vê carê jî Nûnerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama, Breet Mcgurk ji bo hin hevdîtinan li Iraq û başûrê Kurdistanê hin hevdîtin pêk anî. Têkîldarî hevdîtinên Mcgurk, endamê Polîtburayo YNK'ê Sedî Ehmed Pîre agahî da RojNewsê. Pîre wiha got: "Me di civîna li gel Mecgurk de hemû pirsgirêkên Iraq û Herêma kurdistanê nîqaş kirin."

Sedî Ehmed di berdewamê de ev agahî da: “Di civînê de ji Breet Mecgurk diyar kir ku divê kurd li hemberî rewşa li herêmê heyî, yekbûna xwe çêkin û diyar kir ku Washînton ji ber rewşa erênî ya dinavbera Hewlêr û Bexda di şerê dijî DAIŞ’ê de kêfxweş e.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN