Hêzên Şoreşger 4 çete kuştin û 10 birîndar kir
ŞEHBA (DÎHA) - Hêzên Şoreşger li dijî çeteyan çalakiyeke bibandor li dar xistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 10 ên din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHA'yê Hêzên Şoreşger li herêmên Şehbayê li dijî artêşa Tirk ên li gundê Til Cibrîn û bajaroka Mari çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiya Hêzên Şoreşger de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 10 çeteyên din jî birîndar bûn. Di 19’ê Cotmehê de, piştî ku Hêzên Şoreşger li herêma Şehba 5 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşek dijwar anîn ser noqteyên Hêzên Şoreger ên li van gundan û gundên din ên herêma Şehbayê. Hêzên Şoreşger ên di bin sîwaneya QSD’ê de herêmên Şehbayê diparêzin ji kêliya yekemîn ve bersiva êrîşan didan û nehiştin ku çete bihustekê jî pêşve werin. Fermandariya Hêzên Şoreşger di 22’ê Cotmehê de jî bi riya daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êdî ji rewşa xweparastinê derbasî êrîşkirinê dibin.
(mae)